Kultaş a 17 salî hat qetilkirin 2020-05-21 10:20:53   MANÎSA - Li navçeya Salîhliyê Ceren Kultaş a 17 salî rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da.    Duh bi şev li îstasyona sotemenî ya li duriyana rê ya li Taxa Taytan a Rêbejaniya Îzmîr-Enqerê ya li navçeya Salîhlî ya Manîsayê Ceren Kultaş a 17 salî rastî êrîşa kesê nasnameya wî ne diyar hat.    Li gorî îdîayan, Kultaş di wesayîta hevalê wê bi kar dianîne de hat îstasyona sotemeniyê. Hevalê wê di dema ku wesayîta xwe dişûşt de, Kultaş bi telefonê li gel kesekê ku diaxîvî dest bi nîqaşê kir. Piştî Kultaş telefon girt û demek şûn de kesek bi motosîkletê hat îstasyona akaryakitê û êrîşî Kultaş kir. Kesê êrîş kir, ji cihê bûyerê bi lez reviya.    Li ser agahî dayînê ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyer û diyar kirin ku Kultaş jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Kultaş rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Salîhliye. Lêpirsîn derbarê bûyderê de hat dest pê kirin.