Jinek li Cizîrê hat kuştin 2020-05-17 16:51:19   ŞIRNEX - Dayika 3 zarokan Canan Nergîz, li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat kuştin.    Li Taxa Konakê ya Naveya Cizîrê ya Şirnexê, dayika 3 zarokan a 25 salî Canan Nergiz hat kuştin. Nehat zanîn ku kê Nergîz kuştiye. Piştî bûyerê polîsan tîyên Nergizê Y. Nergiz û N. Nergiz binçav kirin.    Cenazeyê Canan Nergiz jî piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê li Goristana Asrî defin kirin.