Yuksekdag: Polîtîkayên AKP'ê riziya ye 2017-12-24 11:47:47   ENQERE - Hevseroka  Giştî ya HDP'ê ya berê ku niha girtî ye Figen Yuksekdag, bi riya nameyê geşedanên rojevê û pêvajoya OHAL'ê nirxand. Yuksekdag, anî ziman ku polîtîkayên AKP'ê riziya ye û bi darê OHAL'ê yê riziya ye hewl dide xwe li ser piyan bihêle.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku wekîltiya wê hat betalkirin bi riya nameyekê, têkildarî rewşa dawî û OHAL'ê ji girtîgeha Tîpa F a Kandira pirsên Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) bersivand. Yuksekdag, bal kişand ser biryara AYM’ê ya salek şûnde der barê wekîlên HDP'ê yên girti de da û wiha got: "Ev biryar nayê qebûlkirin. Ev biryar ji bultena Beştepe ne cudatir e. Hilbijartina pêşwext beyî şert û mercên niha li ber çavan bên girtin tê niqaşkirin. Di van şertan de hilbijartina mixtaran jî ne diyarker e."    OHAL DAREKÎ RIZÎ YE    Yuksekdag, anî ziman ku piştî ew hatin girtin krîza fermî kûr bû û wiha got: "Hêzên serdest bi taybetî îktîdara AKP- Sarayê  iktidarının ket nava krîzek kûr. Hem ew ket nava krîzê û hem hemû beşên civakê xist nava krîzê. Xwestin li meclîsê û di siyaseta navendî de nîzama muessesê ava bikin. Li şûna bigêjin xeyalên xwe dijberi vê yekê ligel xwe, hemû saziyên dewletê jî xistin nava kirîzê. Yek ji amûrê zorê yê Krizê OHAL xistin meriyetê. Ji bo karibin krîzê bi rêve bibin amûra zorê OHAL ilan kirin. Lê OHAL ne darê ku neyê şikandin e. Darekî rizî ye. Di nava salekê de bi hezaran endam û rêveberên partiya me girtin. Hêvî kirin ku di refê me de belavkirinê çêkin û gavan paşve bidin avêtin. Lê dijberî vê yekê berteka li derve hat pêşandan, biryara siyaseta demokratîk bêtir xurt kir. Tevî hemû êrîşan partiya herî zêde li dijî AKP-Qesrê bû muxalif û helwestek xurt nîşan da dîsa HDP ye. Ji girtina wekilên HDP’ê û xistina wekîltiya wan ne tenê AKP hemû partiyên li meclîsê berpirsiyarê vê yekê ne. Di 4'ê Mijdarê de li Meclîsê darbeya siyasî pêk hat. Li dijî memû wekilên me lêpirsîn hat destpêkirin û fezleke hat amadekirin. Ji bo meclîsê bikin çiftlika qesrê ketine nava hewldanan."     TIŞTA BI SERÊ ME DE HAT FAŞÎZM E    Yuksekdag, anî ziman ku tişta bi serê wan de hat faşîzm bi xwe ye û wiha got: "Dizê ku nikare krasekî ji diziya xwe re peyda bike ye. Li hemberî vê yekê tenê çare berxwedana demokratîk e. Me jî wekî çare serî li rêya berxwedana demokratîk da. Di wê demê de pirsgirêka berxwedanê tune bû. Pirsgirêk piştî em dîl hatin girtin valahiya li pişt me derket, bi qasî dihat xwestin têr nehat dije kirin. Me partî li gorî vê yekê amade nekir. Dema ez li pişt xwe dinerim ez xwe yekser ji vê yekê berpirsiyar dibînim. Lê ji ber ku HDP partiyek bi kok a têkoşînê ye, ji van êrişan hindik bi bandor bû. Yên ku salek berê bi hêrs û nifrînek mezin em girtin û avê tin girtîgehan, bi ser neketin û hêj di nava tirsek mezin de ne. Hêj bêzar û di nava taswasê dene. Ji ber ku em heq in ew neheq in.    POLÎTÎKAYÊN AKP/MHP'Ê TEV PÛÇ BÛN   Yuksekdag, bal kişand ser geşedanên siyasî yên sala 2017'an û wiha pêde çû: "Di sala 2017'an de referandum pêk hat û vîna "Na" derket pêş. Dîsa li dijî vîna jinê erîşên pir mezin pêk hatin û li hemberî van êrîşan berxwedanek pir mezin derket holê. Rewşa koalîsyona Qesr/AKP/MHP'ê li holê ye. Hemû polîtîkayên wan ên hundir û derve têk çûn. Bi şer û OHAL'ê negihiştin armanca xwe û planên wan bi ser neket. Stûna ku êdî AKP'ê bide ser pişta xwe tune. Lê dawiya dawî ew stûn dê bişkê. Êdî dozên Zarrab û Grava Manê bêhna genî ya rizîbûna wan nîşan dide. Êdî nikarin vê rizîbûna xwe veşêrin û riza ye. Di vê pêvajoya ku êdî hemû polîtîkayên AKP-MHP û Qesrê riza ne de divê HDP bi bername û pratîka xwe bêtir xwe xurt bike û îspat bike. Ji bo ji bo pêşeroja hevpar a Tirkiye hêza xwe ya alternatifê pêş bixe. Ev şert û merc hene. Hemû geşedanên pêş dikevin di lehê HDP'ê de pêş dikevin. Ji ber ku her diçe îktîdar dirize. Her ku dirize zorê li şer, kaos û kirîzê dike.  Îktîdara ku jeopolitika xwe înkar dike, bi daxwazên demokratîk ên gelên Kurdistan, Mezopotamya û Tirkiye re di nava şer de ye."     LI GIRTÎGEHÊ JÎ SALEK BI TEVGER BÛ   Yuksekdag, salek xwe ya li girtîgehê derbas kir jî nirxand û wiha got: "Ji bo min nebû qada înzîvayê. Bêtir bi doz, geşededanên siyasî û têkoşîna li dijî zextên bi OHAL'ê li ser girtiyan derbas bû. Ji bo me bû salek bi tevger. Li girtîgehê jî liv û tevger, têkoşîn qet kêm nebû.  Ger ku ez tecrîda 3 mehan nexim nav, 24 saetan bi bi jinên cuda re bi hevre bûn. Niha em 3 jinên siyasetmedar di heman qadê de dimînin. Her çend sînor û astengî hebin jî em bi jinên din re di nava hevpariyê dene. Ligel me jinên 20-22 sal ceza xwarine hene. Lê her roj wekî ku jiyanek nû biafirînin bi coş û kelecan in. Xuya dike ku dîrayet û zarafet tenê bi jinan dibe yek. Ev yek bi xwe re xweşikî û bedewiyek mezin ava dike. Hêzek ku neye şikandin ava dike. Dema ez 3 mehan hatim tecrîdkirin min kuliyekî ku ket hewşê xwedî kir. Min bi wî re hevaltî kir. Min av û xwarina wî da wî û ji bo nekeve bin bandora sermayê min ew xist hundir. Demekê ji bo têkeve hundir xwe li camê dida, lê piştî min ferq kir ku ji sermayê direve min derî lê vekir û ew xist hundir, lê wê rojê mir."    XWESTIN EWIL NÛNERTIYÊ DARBE BIKIN   Yuksekdag bal kişand ser xistina parlamenteriya xwe û wiha got: "Ji bo ku ez nûnertê pergala hevserokatiya giştî û nûnerê jinê bûm ewil ji min de dest pê kirin. Bi vê yekê xwestin êrîşî nûnertiya jinê bikin. Xwestin peyama ku partiya me sînorê demokrasiyê û nûnertiya jinê paşve bikişîne. xwestin vê serdema ku nûnertiya jina demokratîk derdikeve pêş bigirin. Ev êrîş hêj didomin. Lê ev polîtîka wan jî pûç derket.  Niha wekîltiya 5 parlamenterên HDP'ê hat xistin. 4 ji van wekîlan jin in. Wekîltiya Berdevka Meclîsa Jinan a partiya me Besime Konca xistin. Li vir jî xuya dike berî her tiştî êrîşî nûnertiya jinê dikin."    BIRYARA AYM'Ê BI MUDAXALEYA ERDOGAN HAT ASTENGKIRIN   Yuksekdag bal kişand ser biryara AYM'ê ku salek şûnde ji bo wan da û wiha got: "Em dizanin ku ev biryar bi mudaxaleya Erdogan bi xwe hatiye astengkirin. Biryara salek şunde ji bultena Beştepe ne cudatir e. Em ne li bendê bûn ku AYM ew qas girêdayî Qesrê be û qet vîna wê tune be. "   Yuksekdag, bal kişand ser berdana wekîl û rêveberên HDP'ê yên girtî û wiha got: "Ev girêdayî têkoşîna demokrasî û azadiyê ye. Çiqas tekoşîna demokrasiyê xurt bibe û pêş bikeve azadî û berdana wekîl û rêveberan jî ew qas pêkan e.    Yuksekdag, bal kişand ser kongreya giştî ya HDP'ê û destnîşan kir ku ew bawer dike ku kongreyek bi hêz derbas bibe. Yuksekdag, da zanin ku vê yekê di kongreyên bajar û navçeyan de dibînin û dît ku li qadên hatin valakirin ji nûve rêveberiyên wan bi awayeki xurttir hatin avakirin.    Yuksekdag, bal kişand ser rewşa OHAL'ê û wiha got: " Heta ku tekoşînek bi hêz, hevpar, domdar li dijî OHAL’ê pêş nekeve dê rêveberiya mutlak û yekperest hebûna xwe berdewam bike û xwest her kes li diji vê yekê têkoşînek xurt, hevpar û domdar bimeşîne. Hêza ku li dijî vê yekê têbikoşe û muxalefetê bike HDP ye. Ji ber ku hêza potansiyel û navendê muhalefetê HDP ye. Li Tirkiye CHP û HDP partiyên duyemîn û sêyemîn ên muxalif in. Ji ber vê yekê rolek mezin dikevin ser CHP û HDP'ê. Potansiyela îtîfaqa gelan a muxalif heye."    MA / Hayri Demir