Koçyigit: Bi avakirina enternasyonalîzma jinê gaveke girîng tê avêtin 2017-12-17 09:02:24 ENQERE - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, diyar kir ku divê di pêvajoya nû de enternasyonalîzma jinê bê avakirin û wê bi vê re di têkoşîna azadiyê ya jinê de gaveke girîng bê avêtin.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Konferansa Meclîsên Jinan a 8'emîn li dar xist. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît peyama "êdî dema destpêkirina enternasyonalîzma jinan hatiye" ku di konferansê de xwe da der nirxand.    'EM JIN LI HER DERÊ CÎHANÊ TÊN ECIQANDIN'    Koçyîgît anî ziman ku li gelek deverên cîhanê jin ji aliyê pergala serdest a mêrî ve tên eciqandin û ev rastî divêtiya têkoşîneke yekpare bi xwe re derxistiye holê. Koçyîgît diyar kir ku pergala kapîtalîst li her derêî jinan diecqîne, keda wan dixwe û li hemberî hemû nasnameyên jinan şereke cidî dide meşandin. Koçyîgît dest nîşan kir ku ew jin li her deverên cîhanê tên eciqandin û li hemberî nasnameya wan şereke cidî heye. Koçyîgît, diyar kir ku heke hîn jî li Hîndîstanê jin ji ber pergala kastê êşê dikişînin an jî di sedsala 21'emîn de di şert û mercên koletiyê de dijîn, nexwe heta li wir hemû jin azad nebin ew nikarin behsa azadiyê bikin.    Koçyîgît diyar kir ku li gel van pirsgirêkên jinan têkoşîneke perçe perçeyî tê meşandin û wek HDK'ê hedefên wan ên di vî warî de wiha ragihandin: "Taliyê tişta me ya hevpar ew e ku hîn jî em tên eciqandin. Em wisa difikirin ku divê li hemberî vê yekê têkoşînek bê destpêkirin û divê ev têkoşîn bê çîn û sînor be. Em dixwazin li her deverên cîhanê bibin dengê jinê û wê piştevaniyê bikin piştevaniyeke hevpar." Koçyîgît got ku dema ew jinên cîhanê bigihên hev ew ê çalakiyên hîn organîzekirî û hîn çalaktir li dar bixin û encaman wergirin.    Koçyîgît dest nîşan kir ku heke enternasyonalîzma jinê bê avakirin, wê di warê têkoşîna azadiya jinê de xaleke girîn bê vegotin û wiha domand: "Di vî warî de me di nav xwe de pêvajoyeke nîqaşê da destpêkirin. Em dixwazin rê û rêbaza wê, amûrên wê li mecrayên berfirehtir, bi derdoreke fireh a jinan re nîqaş bikin."    Koçyîgît diyar kir ku îktîdara AKP'ê di 15 salên îktîdara xwe de bi awayekî cidî êrîşî destkeftiyên jinan kiriye û ev tişt gotin: "Çimkî taybetmendiyeke wisa ya jinê heye; yek jê di vê pêvajoyê de bi awayekî biryardar têkoşiya. Jin wêrektir in. Ya herî girîng jî ew e ku vê têkoşînê wek têkoşîneke ku berdewamiya wê heye bi rê ve dibin." Koçyîgît dest nîşan kir ku heke li Tirkiye û Kurdistanê jin bi hevdu re tev bigerin û bitêkoşin wê hêzeke ku karibe AKP'ê birûxîne derkeve holê.    Koçyîgît encamên konferansê nirxandin û wih got: "Êdî lêgerîneke civakê ya derveyî siyasetê heye. Li mecrayên ku ev lêgerîn xwe bide der digere. Em wisa difikirin ku ev yek meclîs in. Wê ev form demokrasî û wekheviyê bîne Tirkiyeyê. Ji ber vê divê HDK meclîsên xwe ava bike, bêtir rêxistinbûyînê bike. Di vê konferansê de derket holê ku têkoşîn xwe li malan, kuçeyan bide der."    MA / Diren Yurtsever