Amed ji bo mitînga 8’ê Adarê amade ye 2020-03-07 10:20:12   AMED – Li Amedê sibê dê sazî û rêxistinên jinan mitînga 8’ê Adarê li dar bixin. Amadekariyên mitîngê ber bi dawiyê ve diçe û jin ji bo mitîngê hatin vexwendin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’ê sibê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Meydana Îstasyonê mitîng li dar dixin. Jin bi dirûşma “Jin berxwedanê birêxistin dikin û dimeşin azadiyê” li dar dixin û saet dê di navbera 11.00’an û 16.00’an de pêk were. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran wek axêver beşdarî mitîngê dibin.    Tê payîn bi hezaran jin beşdarî mitîngê bibin û amadekariyên mitîngê jî ber bi dawiyê ve diçin. Ji bo mitîngê li gelek deverên bajêr pankart hatine daliqandin. Hefteyek e jin li navenda Amed û navçeyên wê xebata mitîngê birêve dibin û bang li jinan hat kirin ku beşdarî mitîngê bibin.  BANG KIRIN    Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Rezanê Hasret Akay banga beşdariya mitîngê li jinan kir.    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rezanê Fatma Kavmaz jî ji bo mitîng qelebalix pêk were banga beşdariyê li jinên Amedê kir.