Akademîsyena ji Cezayîrê Recham: Çi şoreşa ku vîna jinê nebîne bi ser nakeve 2020-03-06 10:24:36 ENQERE - Akademisyena femînîst Dr. Fairouz Recham, diyar kir ku li Bakurê Efrikayê têkoşîna li dijî mêtîngeriyê bi têkoşîna jinê bi ser ketiye û got: "Her çi şoreşa ku têkoşîn û vîna jinê esas negire bi ser nakeve.  Jinên Şoreşger ên Cezayîrê, di sala 1958'an de li Kasablankayê di civîna serxwebûna neteweyî de digotin: “Hûn li dijî zextên mêtînger şoreşekê pêş dixin, lê hûn zextên li ser jinê berdewam dikin. Baldar bin, piştî Serxwebûna Cezayirê dê şoreşek din teqez be: Ew jî şoreşa jinê ye". Cezayirê ji wê rojê heta niha li dijî mêtîngeriyê di têkoşîna azadiya jinê de bû erdnîgariyek dîrokî. Di dîroka Cezayîrê de aktîvîstên ciwan ên jin Nassiba Kebal ji ailyê hêzên mêtînger ve hat girtin û rastî îşkenceyê hat. Li El Khroubyê Amira Merabet ji ber ku mêr red kir bi saxî hat definkirin. Li Béjaïayê Katia Bengana ji ber neket hîcabê hat kuştin. Gelek jin jî bûn navê Cezayirê. Her ku xwestin wan tune bikin, bêtir têkoşina wan belav bû.    Têkoşîna Jinan a li Cezayirê li dijî mêtîngeriyê agir geş kirin, li erdnîgeriya Ereban belav dibe. Gelek jin hatin kuştin û avêtin perê bahrê. Gelek jî hatin kuştin û avêtn çola Sahrayê. Ji çola Sahrayê tev li xwêya Derya Spî bûn. Turkiyên Endulusê bi devkî gelek tişt tînin ziman.    Akademîsyena femînîst Dr. Faîrouz Recham têkildarî jinên ku li dijî mêtîngeriya Bakurê Efrîqayê xwe ji xweliya xwe afirandin axivî. Akademîsyena Zanîngeha Bouira ya Cezayirê Dr. Fairouz Recham qala têkoşîna jinan a azadiyê kir û wiha got: "Bi taybtî di şoreşa Cezayirê de rola Jinên Cezayirî pir zêde ye. Jinan çek dibirin qada şer, xwarin û amade dikirin. Dîsa agahî dibirin û dianîn û moral didan. Di şoreşa Cezayirê jin û mêr bûn yek. Di şoreşê de rola mêr çi bû, ya jinê jî wisa bû. Têkoşîna femînîst li Cezayirê wekî welatên ereb hêj di destpêka rê de ye. Lê heta niha gelek tişt bi ser xistine. Piştî serxwebûna Cezayirê, têkoşîna jinan bi taybetî di qada azadiya perwerdehî û xebatê de pêş ket. Ev daxwazên jinan piştde di qada politika û aborî de jî pêş ket. Piştî jinên Cezayirê serxwebûn bi dest xistin, dest bi têkoşîna mafê xwe yê sivîl kirin. Lê piştî Cezayir ket nava terora hov, her tişt rawestand. Piştî welat ji vê rewşê derket, her tişt ji nûve dest pê kir. Bi taybetî ji bo jinan rewş bêtir xerab bû. "   Recham, anî ziman ku li Cizîrê ji ber zagon li gorî daxwazên jinan nayên sererastkirin, vîna jinan dernakeve holê û wiha got: "Li welatên Cezayir û Efrîqaya Bakur ji pirsgirêka politik zêdetir, pirsgirêkek civakî û çandî ye. Ya din jî fikra îslam hêj li ser zanebûn û hişmendiya gel serdest e. Çand û kevneşopî hêj nehatiye guhertin. Ev kevneşopî qedera jinê dixe kontrola xwe. Em dizanin li her aliyê cîhanê, cihê ku mêr serdest be, jin êş û janê dikişînin. Nijadperestiya li dijî jinê didome. Li gorî min têkoşîna feminist dê di pêşerojê de bibe diyarkeriya rewşa jiyanê. Ev yek dê bibe sedem ku di hemû politika û bîrdoziyan de pêdivî bi jinê bê dîtin û jinê tev li polîtîkayê û bîrdoziyê bikin. Di salên dawî de li Cezayirê têkoşîna feminist her ku diçe çalak dibe. Jinan xwe bi awayekî hêz nîşan dan. Jinan çalakî li dar xistin û di van çalakiyan de ferqa politik derxistin holê. Jinan ji bo mafê xwe yê polîtîk û civakî bi taybetî mafê zewac, berdan, mîrateyê û mafê xwe yê din çalakî li dar xistin. Bi van çalakiyan gelek meseleyên zagonî ji nûve bûn rojev û hatin niqaşkirin. Ev ji bo hemû jinên cihanê jî bû îdîayek."    ŞOREŞA JINÊ NEBÎNE BI SER NAKEVE    Recham, bal kişand ser têkiliya şoreşê û jinê û wiha bi dawî kir: "Çi şoreş dibe bila bibe, ger ku şoreşa têkoşîn û vîna jinê esas negire bi ser nakeve. Têkoşîna jinê nebîne bi ser nakeve. Divê hemû bîrdoziyên di navbera jin û mêr de li gorî berjewendiyên civakê û mirovahiyê bên avakirin. Wê demê dê civak aram û kêfxweş be. Projeya şoreşa ku jinê nebîne di destpêkê de têk diçe.    MA / Eylul Deniz Yaşar