'Hêj em biçûk bûn bavê min terka me kir û zewicî' 2020-03-05 09:16:49 HATAY - Havva Zor, li dijî tundiya hevjînê xwe Mîkaîl Zor û tacîza li dijî keça xwe, xwe parastibû û Mikaîl kuştibû. Zor, got: "Heger ez bimirama wê bigotana 'me heyfa namûsa xwe stend'. Min kesê çav berdabû namûsa min kuşt." Zor, bal kişand ser zarokatiya xwe û anî ziman ku hêj zarok bûn bavê wan terka wan kir û zewicî. Zor ji bo 8'ê Adarê jî xwest jin mil bidin milê hev.  Havva Zor, ji ber ku hevjînê wê Mîkaîl Zor şidet lê dikir û keça wê taciz dikir, xwe parastibû û ew kuştibû. Piştî vê hatibû girtin û dozgeiryê xwestibû cezayê muebeta giran lê bê birîn. Lê belê di danişîna 12'ê Tîrmeha 2019'an de bi tawanbariya "kuştina biqesdî" 18 sal lê hatibû birîn û paşê dadgehê cezayê wê kêm kiribû û 15 sal ceza lê birîbû. Piştî vê parêzeran îtiraz kiribû û dosyeya wê şandibûn dadgeha îstinafê û piştî îstinafê biryara heyî qebûl kiribû dosye ji Dadgeha Bilind re hatibû şandin.    Havva Zor, bi rêya parêzeran ji Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tiştên hatibûn serê wê ji ajansa me re qal kir.    'MIROVAHIYA MIN KUŞT'    Zor ku di sala 1982'yan de li Antakyayê hatiye dinê, got: "Em 4 bira û xwişkek bûn. Gava em biçûk bûn bavê min terka me kir û çû zewicî. A min jî ev zewaca min a dudoyan bû. Di zewaca xwe ya ewil de qet ne bextewar bûm. Min tim dixwest malbateke min a biaram hebe. Ez û Mîkaîl zewicîn. Lê ji roja ewil ve tehde li min dikir. Tim heqaret li zarokên min dikir. Roja bûyerê pê hesiyam ku keça min taciz kiriye. Min ji keça xwe pirsî, got 'erê'. Min ji Mîkaîl pirsî, got 'ez ê li keça te jî û li te jî bikim.' Gava wisa got, dîn bûm. Ji ber ku haya min ji êş û azarên keça min tunebûn, pir li ber ketim. Min got, dibe ku keça min bikuje. Rabûm min ew kuşt. Xemgîn im. Mirovahiya min kuşt. Li jiyana xwe ya li girtîgehê mêze dikim, dibêjim ez ne ev im, çi karê min li vira heye."   Zor, bal kişand ser pêvajoya girtinê û darizandinê jî û got, ji ber ku dizane wê zirar negihê keça wê rihet e. Zor, destnîşan kir ku jinan ji roja ewil de piştevaniya wê kiriye û ev yek kiriye ku hê bihêztir bibe.    Her wiha Zor bal kişand ser zimanê çapemeniya hewzê û berbelav jî û got, a ku wan kiriye durîtî ye. Zor, ji bo 8'ê Adarê got: "Di bernameyekê de gotin, 'ev wehşet e, divê bê daliqandin.' Heger ez bimirama wê bigotana 'me heyfa namûsa xwe stend'. Min kesê çav berdabû namûsa min kuşt, gotin 'wehşet' e. Lê dîsa jî ez û piştevaniya jinê bi ser ketin. Dixwazim di 8'ê Adarê de jin li cme hev bibin û mil bidin milê hev du."    MA / Hamdûllah Kesen