'Ji bo jiyanek azad û rakirina tecrîtê em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin' 2020-03-03 16:13:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li gelek navendan çalakî û şahî hatin lidarxistin. Parlamenter Feleknas Ûca di şahiya li Erdîşê de axivî û got: "Ji bo jiyanek azad û rakirina tecrîtê divê em di 8'ê Adarê de li qadan bên gel hev."  Rêxistin û saziyên jinan di çarçoveya çalakî, şahî û mitîngên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Wan, Colemêrg, Şirnex, Meletî, Riha, Mêrdîn, Stenbol û li gelek navendên din çalakî û şahî li dar xistin.    WAN   Li navçeya Wanê ya Erdîşê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de şahî li dar xist. Şahî bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr di têkoşînê de bi biryar in" li saloneke dawetê hat lidarxistin. Li salonê pankarta bi nivîsa "Em berxwedanê bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve diçin" ya bi kurdî û tirkî hatibû nivîsandin hat daliqnadin û salon bi rengê kes, sor, zer û mor hat xemilandin.   Li salonê jinên ku bi cil û bergên xwe yên netewî beşdarî şahiyê bûn dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin. Her wiha parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca û Muazez Orhan, Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn û gelek jin beşdarî şahiyê bûn.   Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir û di serî de Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Erdîşê Sariye Bîlîcî axivî û ji ber tevlibûnê jinan pîroz kir û soza berdewamiya têkoşînê ji jinan re da.   'TUNDIYA LI SER JINAN BI TECRÎTÊ VE GIRÊDAYÎ YE'    Piştî Bîlîcî Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca axivî. Ûca bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê ji bo tevgera azadiyê ya jinên kurd û wiha got: "Têkoşîna azadiyê bi Sakîne dest pê kir û bi Arîn Mîrkan, li Rojava û tevahiya Kurdistanê belav bû. Ji er vê tundiya li dijî jinê her ku diçe zêde dibe .Di serdema AKP2ê de destê jinan hat kelepçekirin û jin hatin qetilkirin. Ji ber ku îqtîdar jinên azad naxwaze. Di her du serdemên ku êrişî şaredariyan kirin, di serî de stargehên jinan girtin. Pîvana azadiyê bi birêz Abdullah Ocalan re mezin bû. Lê îro bi tecrîdê asteng dikin. Gotin li Îmraliyê şewat derketiye û bi daxuyaniyên ji rêzê dixwazin ser bûyerê bigirin. Lê ev daxuyanî têrê nekirin. Tundiya li ser jinê bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ye. Ji bo jiyanek azad û rakirina tecrîtê divê em di 8'ê Adarê de li qadan bên gel hev."   Pişt re Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskên axivî û silavên xwe ji hevşaredar û siyasetmedarên jin ên girtî re şand û got: "Wê jin li hemû qadan têkoşîna xwe berdewam bikin." Piştî axaftinan peyama Hevşaredara girtî ya Erdîşê Yildiz Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin ji girtîgehê şandibû hat xwendin.   Şahî li ber stranên hunermend Ayfer Duzdaş û bi gerandina govendê bi dawî bû.    Aktîvîsên TJA'yê li navçeya navendî ya Tûşbaya Wanê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li taxa Beyuzumu ya navçeyê bi jinan re hatin gel hev. Jinan li malekê civîn li dar xist û behsa girîngiya têkoşîna jinan hat kirin. Hevseroka Rêxistina HDP'a Tûşbayê Edîbe Babûr di civînê de axivî û destnîşna kir ku ew jiyana koletî qebûl nakin û jinên vê yekê qebûl nakin jî têkoşîna xwe didomînin.    Pişt re Endama Meclîsa Şaredariya Tûşbayê Ayşe Mînaz axivî û behsa pratîkên polîtîkayên qeyûman kir.    Jinên HDP'î piştî û aktîvîstên TJA'yê piştî civîna li taxê çûn Bazara Gel a Seyrantepeyê û esnafên jin ziyaret kirin û ji bo 8'ê Adarê belavok û tovên kulîlkan belav kirin.    MELETΠ   Platforma Jinan a Meletiyê jî di çarçoveya şahiyên 8'ê Adarê de li Postexaneya Navendî kom bûn û ji jinên girtî re kartên 8'ê Adarê şandin. Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Meletiyê Gonul Ozturkoglû li ser navê jinan axivî û got wê jin her têkoşîna ji bo aştî, azadî, wekhevî û demokrasiyê bidin û ew ê li dijî her cûre tundî û kuştina jinan derkevin.   COLEMÊRG   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê ya Leyla Guven, parlamenter Saît Dede, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de çûn serdana gundê Şahê ya bajaroka Bajêrganê ya navçeya Geverê ya Colemergê. Leyla Guven bi malbatên girtiyan re hevdîtin pêk anî û piştre jî bi jinên gund re hevdîtin pêk anî.    Guven di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê. Leyla wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê Kurd her tim bi êrîş û zextan re rûbirû man, lê belê Gelê Kurd tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedan." Guven, di axaftina xwe de wiha behsa girtiyan kir û got: "Niha gelek rêhevalên me girtî ne. Li hemberî birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din tecrîdek heye. Di rojên dawî de li girava Îmraliyê şewatek derket. Lê heta îro me tu agahiyên zelal ji Îmraliyê negirtiye. Malbat û parêzer ji bo hevdîtinê serî li rayedaran didin, lê tu bersiv nayê dayîn."   Guven, destnîşan kir ku ji ber sedemên heyî dibe ku 8'ê Adarê xemginî derbas bibe, lê em ê dîsa li qadan li dijî zext û zordariyê daxwazên xwe ya aştiyê bînin ziman. Leyla wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêhevalên me Sakîne Cansiz, Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Arîn Mirkan pêşengên têkoşînê bûn. Ev di doza xwe de mafdar in û xwe feda kirin. Em çi dibe bila bibê em dev jî têkoşîna xwe bernadin."   RIHA   Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê û jinên KESK'î bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li avahiya Şaxa Egîtîm Senê kom bûn û ji bo girtiyên jin kartên pîrozbahiyê şandin. Endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê dûre bi prlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu re hin malbata ziyaret kirin û kefiyên xemrî li jinan belav kirin. Jinan piştî belavkirina kefiyeyan dirûşme berz kirin û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jinan strana "Keça Kurda" gotin û govend gerandin.    Dîsa endamên Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Rihayê, girtiyên jin ên li girtîgehên Tîpên T û E yên Rihayê, ziyaret kirin.    MÊRDÎN    Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li gundê Ewîna ya navçeya Stewrê ya Mêrdînê hevdîtina jinan pêk anî. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, endam û rêveberên HDP'ê yên bajêr û gelek jin tevlî hevdîtinê bûn. Di hevdîtinê de stran hatin gotin, govend hat gerandin û dirûşme hatin berzkirin.    Parlamenter Semra Guzel di hevdîtinê de axivî û wiha got: "Divê jin di her pêvajoyê de bi hev re bin. Jin tenê ne di 8'ê Adarê de divê her roj bi hev re bin. Dema em bibin yek em ê li dijî şer û zextan bêtir têbikoşin. Gelek jin hene ku li dîrokê navên xwe nivîsandine. Jinên kurd bi berxwedana xwe hêza xwe nîşan dan. Em ê berxwedan û têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Em li hemberî zext û zordariyê tu carî serî natewînin."   Piştî axaftinê hevdîtina jinan bi belavkirina kefiyên xemrî bi dawî bû.    ŞIRNEX    Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 8'ê Adarê li gundê Kortik ê navçeya Sîlopî ya Şirnexê hatin gel hev. Parlamentera    Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û Hevşaredara HDP'ê yê Sîlopiyê Adalet Fîdan jî beşdarî bernameya hevdîtina jinan bû. Îmîr di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê. Îmîr, da zanîn ku ewê di 8'ê Adarê de daxwazên xwe bînin ziman û wiha got: "Di qadên ked, hiqûq, siyaset û aboriyê de mafê jinan jî weke yên zilaman hene." Îmîr di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku beşdarî mîtînga 8'ê Adarê ya li bajêr bê lidarxistin bibin.   Jinan dûre qûrnefîl li jinên gund belav kirin.    STENBOL    Şaxa ÎHD'ê, hevkarên TJA'yê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê yên Stenbolê, bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji jinên girtî re qert şandin. Jin li pêş li PTT'ya Taksîmê kom bûn û qert şandin. Beriya qertan bişînin, Seroka Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî da û got: "Ji bo piştevaniya jinê em ê qertan ji jinên girtî re bişînin. 8'ê Adarê roja têkoşîna jinê ye. Di vê rojê de piştevanî ji bo me xwedî taybetmendiyek jiyanî ye." Jinan piştî daxuyaniyê qert şandin.    Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'yê jî bi heman armancê li Şaxa PTT'ê ya Îstikbalê û ya Kadikoyê ji jinên girtîre qertên piştevaniyê şandin. Aktivîsta TJA'yê Beser Çelîk li ber Şaxa PTT'ê ya Îstikbalê axivî û wiha got: "Jinên girtî dibe ku weke beden ne li gel me bin lê ew bi rihê xwe bi me re ne. Em 8'ê Adarê li wan pîroz dikin." Jinan dirûşmên "Bijî piştevaniya jinê", "Jin jiyan azadî" berz kirin û qert şandin.    Di heman demê de li Kadikoyê jî qert şandin.