Dengvedana sedsalekê: Heyran Xanim 2020-03-03 09:21:38 ÛRMÎYE - Heyran Xanima Dûnbelî ku dengê wê li asîmanên welêt olan dide, dengê sedsaleke ku bi hawar, lorîn û çarînên bi êş ên jinekê re dibe yek, xwe di wechê her jinekê de ji nû ve diwelidîne. Heyran Xanim, keça Kerîm Xan Kongerloy ye. Ew yek ji helbestvana bi nav û deng ya qerna 18 û destpêka qerna 19’an e.  Li welatê me dengek olan dide. Dengê sedsalekê ku bi hawar, lorîn û çarikên bi êş ên jinekê re dibe yek û xwe di wechê her jinekê de ji nû ve diwelidîne. Û ji bo careke din, bi rengek geştir li asîmanê welatê me diçûrise. Çawa jî geş, xweş û bi gume gumê diherike, tuyê bijî ava geliyane. Wiha diherike, heya tê û ruh bi xwe re dişo û dibe. Va ye dîsan îro dengek tê, dengek ji asoyên dûr, dengê raperîna çarikên bi jan ên Heyran Xanima Dûnbelî…    Carnan bi nameyekê me bi bîr bixe Yên ku xemgîn in xweş bike Qet nebe Sipêhr wefa  Carnan bi nameyekê min bi bîr bîne Gelo ne hêjaye mija dibiriqe Ku xelk dibêjin bî wefaye filan     ÇIRÛSKA JI ASOYAN    Her çend der barê çîroka jiyan û biyografiya wê de zêde tiştek serirast li ber desta tunebe jî û wek her carekê rastiya vê jina helbestvan ku bi helbestên xwe serî radike û şer dike, hatibe  nixumandin, lê em ê dîsan hewl bidin vê rastiyê derxînin ronahiyê. Heyran Xanim keça Kerîm Xan Kongerloy (hakimê dawî yê Nexciwan û ji xandanê Dûnbelî bû) ye. Ew yek ji helbestvana bi nav û deng a qirna 18'an û destpêka qirna 19’an e. Li gor agahiyên giştî ew li bajarê Nexciwan tê dinyayê. Ew zaroktî û nûciwantiya xwe li gundê “Xanqaha Sorx” a ser bi bajarê Urmiye (ku berê ji Urmiyê re Rezayî dihat gotin û hîna jî ev nav tê bikaranîn) derbas dike. Bê guman qebîleya Dûnbelî di dîroka pir kevin de li herêma Musilê nîştecih bûye û li gor agahiyên cihê yên lêkolînvanan ew bi eslê xwe Êzidî bûne. Û piştî ku li Xoyê bi cih bûne, beşek ji mîr ên Dûnbelî dibin hakimê herêmê. Ew heya dema Sefewî û heya desthilatdariya Şah Îsmaîlê Duyem wek du mezhebên Sunî-Şafî û Êzidî dijîn.    Helbet li vir dîrok û hikûmraniya qebîleya Dûnbelî û bandora wê a li herêmê ne mijara me ye, ji bo wê jî tenê em ê behs bikin û derbas bibin. Lê girîng e ku mirov bibêje ev qebîle xwedî bandorek mezin bûye û demek dirêj li Kurdistanê hikûm kiriye.    JIYAN KOÇ Û DERBIDERΠ   Li gor hin agahiyan ew li bajarê Xoyê dijîn, li wir çûne Nexciwan û bi cih bûne. Lê piştî demekê li wir dîsan bar dikin û tên Urmiyê, gundê “Xanqaha Sorx” bi cih dibin. Helbet ji ber şer û pewçûnên ku di wê demê de di navbera Îran û Osmaniyan de rû dida, dîsan koçên ji ber vê yekê gelek caran kurd neçar mane cih û warên xwe berdin û li cihên din bi cih bibin. Ji ber vê, ev ihtimal heye ku li derdora Xoy, Selmas (Şapûr) û Urmiyê ber bi wan deveran ve koç kiribin û dîsan vegeriyabin. Çendî ku der barê dîroka wê demê de em tam ne serwext bin jî, lê demekê ji Urmiyê jî ji ber şerê li herêmê koçê (yan jî bi darê zorê tên koç kirin) Tebrîzê tên kirin.    Ji xwe li gor gelek lêkolînan, her wiha dîroknasan, Dûnbel (Dunbul-Dunbil) dem dirêj li herêma Xoyê jiyane;  navê qebîleya Dûnbelî di Şerefnameyê de jî derbas dibe û tê diyarkirin ku ew Êzidî ne; dibe ji herêma bakurê Kurdistanê Botanê koçê vê herêmê hatibin kirin. Ev yek ihtimalek mezin e, ji ber ku di wan deman de kurd her tim bi darê zorê hatine koçberkirin.    Mecdedîn Yequb Firuzabadî ku di qirna 14'an de jiyaye, dibêje; rastnivîsa koka vê peyvê Dunbule ku navê eşîrek Kurd e û di demên berê de li derdora Musilê jiyan e.   JANA KU BI HESTAN TÊ PÊNASEKIRIN   Her çend der barê jidayîkbûna wê de agahiyên piştrast nîn bin jî, lê em dikarin ji helbestên wê derbixînin ku Heyran Xanim di navbera salên 1247´ê hicrî qemerî de jiyaye. Li gor hin gotegotan Heyran Xanima Dûnbelî heştê salan dijî û heya dawiya temenê xwe jî nazewice. Her wekî di helbestên wê de jî tê xûyan, ger evîndar bibe jî wê ev yek nepejirandiye.    Bi xatirê te ey heyva dibiriqe, bixatirê te  Bi xatirê te ey Şahê başan, bixatirê te  Bi êşa dil ez ê bikim ax û hawar Çûn giha dema hîcran, bixatirê te  Bi dilê bi hesret û can û zar Ez ê dûr bikevim ji canan, bixatirê te    Heyran Xanima Dûnbelî yek ji jina bi nav û deng ya li rojhelatê Kurdistan ê, herêma Xoy û Urmiyê ye. Her wiha bi nav û dengê xwe, helbestên ku nivîsiye û dîwana xwe a ji pênc hezar beytan pêk tê, deng daye. Qala gelek helbestên wê yên bi bi farisî, azerî û kurdî tê kirin. Li pey Heyran Xanim ê sê dîwanên mezin dimînin ku mixabin nayên çapkirin. Ew di gelek helbestên xwe de balê dikşîne ser qebîleya xwe û dide diyarkirin ku ew ji qebîleya Dûnbelî ye. Qebîleya Dûnbelî ku bi salên dûr û dirêj li herêma Selmas, Xoy û Urmiyê hikûmranî kirine.    ÊŞA LI SERÊ VAN ÇARIKAN TÊ XWARÊ    Heyran Xanim li ser pirsgirêkên civakî, mijarên jiyanê, êş û kederên gelan, evîn û li ser dayîk û xwîşkên xwe dinivîse. Di helbestek xwe de ku di 1207’ ê Xurşîdî de dinivîse, balê dikşîne ser nexweşiya weba û bi dileke bijan dibêje:   Nûciwan dikevin bin ax ê  Vay xwedêyo zarok helak bûn Dema zarok mirî  Dayîk dil şikestî û bi hawar Ne jî kes dixwîne quran Ne şîn û ne jî ehsan  Ji rewşa giyanî mirov bê hêvî   Ey xwedê ev bela çiqas giran    Dîwana wê ji 4500 qesîde û çarikan pêk tê û nusxeyek ji dîwana wê li pirtûkxaneya neteweyî a Tebrîzê tê ragirtin. Behsa du nusxeyên din jî tê kirin ku girêdayî “axaftvan û mezinên rojavayê Azerbaycanê” ne.   Heyran Xanim, xwedî hişmendiyek afirîner, têgihiştî û zana bûye. Her wiha di nivîsandina helbestên curbicur de jêhatî bûye. Gelek pispor didin zanîn ku Heyran Xanim di destgirtin û nivîsandina helbestan de jêhatî bûye û kêm kes wekî wê wiha bi baldarî nêz bûne. Yek ji helbesta wê a ku herê zêde tê nasîn jî ev e:    Meyani cumle mehruyan tuyi, ser defteri xuba Ruxet çun goyi xur başet bu vet zulfi keçet çokan Cemali tu bi vek gulşen, çu gulşeni xubi Xubi xubeyi Yusuf, çi Yusuf Yusufi Kenan Du çeşmi tu zalım, çi zalim zalimi kafir Çi kafir kafirê rehsen, çi şehzen şehzeni îman Buvet heyran tura aşık, çi aşiq aşiqe bê dil Çi bê dil, bê dilê vale Çİ vale, valeyê heyran   KANIYEK HERIKBAR A HEST Û RAMANÊ    Behsa helbestên Heyran Xanim ên kurdî jî tên kirin, lê mixabin dema mijar dibe jin û bi taybetî jî zimanê kurdî, ev rastî ji nedîtî tê û ev berhemên hêja nayên tomarkirin. Heyran Xanim jî her wekî gelek jinên din ên kurd ku di qada huner, çand û wêjeyê de pêngavên mezin avêtine, wê jî di helbestan de rê li kaniyeke nû a herikbar vekiriye. Hûner rê û rêbaza herê baş a pênasekirina hest û ramanê ye, nemaze helbest kaniyek bi coş a van hest û ramanan pêk tîne. Ji xwe stran û helbest di çanda me de xwedî ciheke girîng in. Ji ber ku civaka me herî zêde bi riya xwe pênasekira van hestan kariye derd, êş, çîrok û serpêhatiyên xwe ji nifşekê ber bi nifşeke din ve biherikînin. Heyran Xanimê jî bi helbestên xwe hest û ramanên xwe yên der barê serdema xwe de, pir baş û bi awayek herikbar aniye ziman.    Di nav hemû zeriyan de tuyî serdeftera rindan Rûyê te wek goga rojê, biskên te jî weke çogan Cemala te weke gulşen (gulistan) Çi gulşen? Gulşena rindî Çi rindî? Rindiya Yûsif Çi Yûsif? Yûsifê Kenan Du çavên mest ên te zalim Çi zalim? Zalimê kafir Çi kafir? Kafirê rêbir Rêbirê îman Lêvên te yên sor wek xonçe Çi xonçe? Xonçeyê bexçe Çi bexçe? Bexçeyê cinnet Çi cinnet? Cinneta xweşî Lêvên te wek xala Hîndû Çi Hîndû? Hîndûya sêrbaz Çi sêrbaz? Sêrbazê fitne, fitneya dewran Zimanê te bibe bilbil, devê te bibe kanî Çi bilbil? Bilbilê xweşxwan Çi kanî? Kaniya jiyan Heyran ji te re bibe aşiq Çi aşiq? Aşiqa tirsek Çi tirsek? Tirseka sersem Çi sersem? Sersema Heyran   Doxtor Cevat Heyet di pirtûka “Azerbaycan, Dîroka Bîr Bexş”, dîsan “Zanyarên Azerbaycan ê” de diyar dike ku Heyran Xanim ji Tebrîzê ye. Armanc ji vê yekê ev e ku wê wek jinek azerî bidin nîşan. Lê, dû re li xwe mikur tê û dibêje ku ev jina helbestvan ji qebîleya Dûnbelî ye. Ji xwe Heyran Xanim bi xwe jî di helbestek xwe de balê dikşîne ser qebîleya xwe û wiha dibêje:   Çû ebr girye koned Dunbelî û Kongerlo  Êlhe hemçû men efşar û qecr û sozed peder    Heyran Xanûm gelek caran bi helbastan bersiv dide helbestên hin helbestvanan: Ew ê wiha dubeytek Rudekî bibersivîne;   Hatina wî ewqas ciwane  ku nizarim çawa bînim ziman Wek xwevnekî an jî mîna guleke di nava bexçeyekê Tu boy hatî ber serê eşqa xwe a nexweş Destê muhebetê ser rûyê wê de kêşand Êdî bese ber xweşiya hatina meşûqe Xwediyê porê xwe yê perîşan Şeh bikêşe û xwe xweşik bike Ji ber ku ew hat nava mala xwe ku ji dil bi cih bibe Ger ew hat û xwe nava dil bicih kir Dibe xwediyê ew cismê bê taqet Dil dema bîranîna dûriya wê bi bîr bîne Wek bilbilan dest bi gazind û dil giriyên xwe bike Cih namîne ku dîlber deynin ser Xwe bi temamî cardin teslîmê dîlber dike (werger: Argeş Avesta)   Heyran Xanim wê wiha bersiva vê qezela jêr a Sedî bide:    Ey sariban aheste rewan karam canem mîreved Ve an dil kê ba xod daştem ba dilestanem mîreved   **   Ey parazvanê devan Rehmekê li min bike Yara min ji destê min diçe Bi çûna wê abiro û heysiyet Sebr û taqeta min diqede Xweşiya min ji perîşaniya min de xwe dide xûya kirin Û rihê min aşkere ji min diqete û diçe  Derd û xemên min bi tertîbeke leşkerî  Yek êrîş û yek din xwe di min de dide nîşandan Xwîna hevalbendên min  Mîna ava sed dîcleya ber min de  Wek lehiyan derbas dibe Li dûrî û cûdahiya wê  Peyman şikenê derd û xeman êrîş dikin ser min Rûyê wê gula nesteren bêhn bike Ji ber ku ew e a li min hişyar e Dîlbera min bi dûrî û cûdahiyê Li hember min xwe şikand Û bê destpêk hîşt Û ev qedr û qîmet wê her wekî biharistanekê bimîne (werger: Argeş Avesta)   MA / Zehra Mohammedzadeh