Têkoşîna Behiyeya Çerkes 2020-03-01 09:06:09   AMED - Behiye Sevîm ku du zarokên wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û 2 zarokên wê jî girtîne, ji bo 8'ê Adarê bi kilamekê bang li jinan kir ku dakevin qadan.    Behiye Sevîm (60) ku li gundê Cilîn ê Stewra Mêrdînê hatiye dinê û keça malbeteke çerkes e û nizane kengî û ji ku derê hatine Mêrdînê, diyar dike ku ji ber kalikê wê mele bûye li gund mane û piraniya jiyana wê li gund derbas bûye. Paşê Sevîm bi kurê meta xwe Halîd re dizewice û 15 zarokên wê çê dibin. Ji van zaroka 3 jê ji ber nexweşîneke kronîk jiyana xwe ji dest didin.    Kurê mezin ê Sevîmê Yakûp Sevîm di sala 1993'yan de rojekê gava diçe ber pez, hew vedigere malê. Paşê malbata Sevîmê pê dihese ku Yakûp tev li PKK'ê bûye. Yakûp, di sala 1999'an de di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Sevîm, diyar dike ku hê jî goreke kurê wê tuneye û dibêje, wêneyên kurê wê jî di avêtina ser malê de an tên tên texrîbkirin an jî tên desteserkirin û ji ber vê tenê çarçoveyên vala yên wêneyan mane.    Sevîm dibêje: "Piştî Yakûp, eskeran her roj davêt ser mala me. Em mecbûr man ji gund derkevin. Digotin, 'Kurê we terorîst e, herin ji vira.' Me qebûl nekir. Hevjînê min binçav kirin. Piştî hevjînê min hat berdan em emcbûr man birevin. Ji bo min wan salan têkoşîn dest pê kir. Hem ji bo vî gelî hem jî ji bo zarokên xwe diviya ez bijiyama."    LI SER QANTIRAN GUND BI GUND DIGERIN   Gava ducanî bûye û 6 zarokên wê hebûne, li nêzî gundê wan şerek diqewime. Piştî şer esker davêjin ser gund û ew jî mecbûr dimînin ji gund derkevin. Tevî çend pezê xwe û 2 qantirên xwe dikevin rê. Lê esker bi vê jî qîma xwe naynin gefan li gundên derdorê dixwin û nahêlin kes malbata Sevîmê bihewîne. Sevîmê, kurekî xwe li pişta xwe dike û zarokên xwe yên din jî li qantiran dike û tevî pezê xwe gund bi gund digere û dawiyê berê xwe dide mala apê xwe. Vê carê jî esker tên gundê mala apê wê lê. Sevîmê tevî zarokên xwe û du qantirên xwe dîsa diçe. Gava diçe vê carê pezê xwe li gund dihêle.    JI BO DEBARA XWE BIKE BASTÊQ Û GÛZAN DIFIROŞE    Sevîm, li gundê Darlûya Jor ê Bismila Amedê bi cih dibe û piştî tê vira hevjînê wê jî tê malê. Gava esker pê dihesin davêjin ser vê mala wan jî û dîsa hevjînê wê Halîd Sevîm binçav dikin.    Sevîm, ji bo debara zarokên xwe bike li nav erdê xwe nokan diçîne. Sevîm dibêje: "Min zarokên xwe didan pişta xwe û diçim nav erd. Wê salê nok biberekt bûn. Min li ereba hespa bar kirin û bir firotin. Min hêliz firot, min gûz û bastêq firotinî pê zarokên xwe xwedî kirin."    CENAZEYÊ DU ZAROKÊN XWE NEGIRTIN   Sevîm, diyar dike ku zarokên wê jî dane ser rêya wê û dibêje, kurê wê yê mezin Yakûp di sala 1999'an de li Herekolê jiyana xwe ji dest daye.    Sevîm, nikare cenazeyê kurê xwe bigire. Paşê keça wê Kismet a 18 salî jî tev li YPG'ê dibe û di sala 2014'an de li Kobaniyê jiyana xwe ji dest dide. Keça wê Kismet 5 salan di Kovara Ozgur Halkê de xebitiye, gelek caran hatiye binçavkirin û hatiye îşeknecekirin. Herî dawî esker gava Sevîmê digirin, îşkenceyê lê dikin û wê li çiyayên Çewligê berdidin. Piştî vê Sevîm hew îdare dike û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li têkoînê dibe. Dayik Sevîm, tîne ziman ku keça wê bi awayekî serbilindî jiyana xwe ji dest daye û wekî Yakûp cenazeyê Kismetê jî negirtiye.    GIRTÎGEH BI GIRTÎGEH DIGERE    Her wiha ji zarokên wê yên mayî 2 zarokên wê girtîne û wekî wê hevjînê wê û 2 zarokên wê jî tên girtin û paşê tên berdan. Hema bêje ferdên malbata wê hemû hatine îşkencekirin. Sevîm ji bo hevjînê xwe û 2 zarokên xwe yên girtî girtîgeh bi girtîgeh geriyaye û navê girtîgehan yeko yeko dibêje; Mûş, Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Rîze, Trabzon û Tokat. Hê jî du zarokên wê girtîne. Kurê wê Umît 11 sal in girtiye û kurê wê Ozgur jî ji ber doza Nisêbînê cezayê muebeta giran û 25 sal ceza lê hatiye birîn û 4 sal in girtiye.    40 CARÎ DAVÊJIN SER MALA WÊ    Sevîm, diyar dike ku ji sala 1993'yan heya niha hema bêje 40 carî esker û polîsan avêtiye ser mala wê û dibêje, her cara davêjin ser mala wê wêneyên zarokên wê yên jiyana xwe ji dest dane tên desteserkirin û ji ber vê êdî çaçroveyên vala mane.    Sevîm, ji bo pirsa "Ma tu nawestî?" dibêje: "Nawestim. Çima biwestim. Çimkî dizanim rêya min rêya rast e. Me zilm li kesî nekiriye, em mafdar in. Li ber me dijinekî hêrsok heye. Lê em mafdar in. Tişta em ji wan re bêjin ev e; destê xwe deynin ser wijdanê xwe."    Her wiha Sevîm ji bo 8'ê Adarê Roja Jina ya Cîhanê jî bi kilamekê bang li jinan kir û got: "Dibêjin 3 zarokan bînin, di temenekî biçûk de wan bizewicînin. Ew nikarin ji bo vê qerarê bidin. Em jin em ê biryara xwe bidin. Ê pirsgirêka azadiya kurdan hel bike jî em in."    MA / Arjîn Dîlek Oncel - Fethî Balaman