Surucu: Divê jinên kurd pêşengtiya yekitiya netewî bikin 2020-02-06 09:08:05 AMED - Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, der barê yekitiyê de diyar kir ku divê ji yekitiya neteweyî herî zêde jinên kurd pêşengtiyê bikin û peywîrê hildin ser milê xwe. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu der barê yekitî û giringiya çand û zimanê kurdî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Surucu, diyar kir ku ji her demê bêtir niha nêzîkî yekitiyê ne û wiha got: “Pêdiviya me bi yekitiya neteweyî heye. Di cewherê jinê de jî aşitî, lihevkirin û lihevhatin heye. Ji ber vê yekê jî divê ji yekitiya netewî re herî zêde jinên kurd pêşengtiyê bikin û peywîrê hildin ser milên xwe."   ‘XELASIYA KURDAN JI YEKITIYA NETEWÎ RE DERBAS DIBE’   Surucu, destnîşan kir ku di warê yekitiya netewî de dema jin peywîrekê hildin ser milên xwe û xwe tevlî xebata yekitiyê bikin, dê hê zûtir xwe bigihînin yekitiya netewî û ev tişt got: "Li aliyekî li Bakûr dixwazin siyaseta demokratîk tasfiye bikin. Qeyûma tayin dikin, dest datînin ser vîna gel. Girtin û binçavkirin çêdibin. Li aliyê din jî li Rojava 9’ê Cotmeha 2019’an de dagirkirinek pêk hat. Li wir êrîşî destkeftiyên kurdan hat kirin. Li hêla din ew statuya ku li Başûr ava bûye, li hember wê jî nerazîbûnek heye. Hemû ji çi ye? Ji cuda cuda sekinandina kurda ne. Ji bo vê yekê jî divê kurd li her derê yekitiya xwe ava bikin. Di vî warî de divê jinên kurd bi roleke hin berbiçav rabin, karekî ku jin tevlî bibin û bawer bikin dê encama wî karî serkeftî be.”   ‘ZIMAN NÎŞANEYA HEBÛNA GELAN E’   Di axaftina xwe de Surucu, bal kişand ser avakirin Tora Ziman û Çanda Kurdî têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Ziman nîşaneya hebûna gelan e. Her gel her netew bi zimane xwe heye. Herkes zimanê xwe diparêze. Ew komcivîna ku li Amedê pêk hat jî kurd hîn zêdetir nêzîkî hev kirin. Bi yekitiya netewî ve jî gireda ye. Ji bo vê jî em wê komcivînê gelek bi nirx dibînin. Pêwîste di bin wî banî de hin biryarên berbiçav werin avêtin û ji bo vê jî em di nav hewldanê de bin.”   ‘ZIMAN JI HOLÊ RABE EM JÎ JI HOLÊ RADIBIN’   Di dirêjiya axaftina xwe de Surucu, da zanîn ku ku hêzên serdest ji bo gelekî ji holê rakin herî zêde li ser zimanê wî pişaftinê pêk tînin û wiha pê de çû: "Li ser kurdan jî vê didin hîs kirin. Kurdên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dijîn, di bin bandora tirkî de mane. Başûr û Rojava di bin bandora erebî de mane. Rojhilat jî di bin bandora farisî de maye. Ji bo zimanekî ku bibe yek lazim e sazî û rêxistinên kurda bi lezgînî di nav hewldanê de bin û xwe bigihînin encamekê. Ji ber ku dema zimanê me ji holê rabe em ê jî ji holê rabin.” Surucu, herî dawî got ku Yekitiya netewî û xebata Tora Ziman û Çanda Kurdî gelekî nêzî hev in û yekitiya netewî û ziman kurdan digihîne hev.   MA / Fahrettîn Kiliç - Arjîn Dîlek Oncel