Bi awazên stranan nanê tendûrê dipihêtin 2017-12-13 09:31:33 WAN - Li Riya Armûşê, 4 jin hatin gel hev û li baxçeyê mala xwe Mala Tendûrê vekirin. Jin li ber stranan nan dipihêtin.  Li Taxa Hafiziyeyê ya navçeya navendî Riya Armûşê ya Wanê, 4 jinên malbata Çaglayê li ber mala xwe "Mala Tendûrê" vekirin û li vê malê hem ji bo malên xwe hem jî ji bo gel nan dipihêtin. Mala Tendûrê bala gel dikêşe. Yek ji van jinan Leyla Çagla, dema tevî jinbira xwe û xwişkên xwe nan li tendûrê dixe, dayika wê Zeynep Çagla jî distrê û bi vî awayî karê pihêtina nan xweşiktir dike.    Leyla Çagla diyar kir ku divê jin daxilî jiyanê bibin û wiha got: "Min tim dixwest ez karekî bikim. Me pêşî Mala Tendûrê ji bo malê çê kiribû, paşê min û xwişkên xwe û jinbira xwe biryar da ku em vê derê vebikin. Hem ji bo em destekê bidin malê hem jî ji bo ciwan hîn bibin me ev der vekir."    LI BER STRANAN DIPIHÊTIN    Çagla anî ziman ku nanê ku li fabrîkeyan tê çêkirin ne organîk e û mêr pir bala xwe nadin nançêkirinê. Çagla ev tişt gotin: "Ji ber nanê me organîk e, baştir e. Niha karê me baş e. Ji ber ku cih ê me ye, pir mesref tune ye. Em ê vî karî bidomînin. Dayika min jî alîkariya me dike. Heta li cem me rûdinê û dnegbêjiyê dike."