Xwişka Şehrîban Çati: Xwişka min bi awayekê plankirî kuşt 2020-01-19 12:53:51   MÊRDÎN - Xwişka Şehrîban Çati ya ji aliyê Mehmet Salîh Kirmizigul ve hat kuştin Fîgen Bîlmez, diyar kir ku Kirmizigul xwişka wê tim aciz dikir û got: “Xwişka min bi awayekê plankirî hat  kuştin.”   Zilamê bi navê Mehmet Salîh Kirmizigul di 15’ê Çile de, li Cadeya Nûrdag a Taxa Yenîşehîr a Navçeya Artûklû ya Mêrdînê, jina 28 salî Şehrîban Çati qetil kir. Kirmizigul piştî bûyerê hat girtin. Malbata Çati jî, cenazeyê keça xwe girtin û birin li Goristana Guneykent a navçeya Toroslar a Mêrsînê denfin kirin.    BI AWAYEKÊ BIRÎNDAR DIBIN TEXTE HAT DÎTIN   Li gorî agahiyên niştecihê yên avahiyê derbarê bûyerê de agahî dan; ji malê deng bilind bû. Polîsekê di avahiyê de rûdiniş çû li derî xist. Li ser agahiya polîs, ekîbên polîsan sewqî cihê bûyer hatin kirin. lisanan li serî xistin. Kirmizigul derî vekir û got ew li malê tenê ye. Piştî ku polîsan di malê de lêgerîn kirin, rastî derket holê. Çati wê demê de hîna dijiya û dibin texte de ji ser hişê xwe çûyî hat dîtin.     Çati ya rakirin nexweşxaneyekê taybet, ji vir jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin. Ligel hemû mudaxileyan jî Çati jiyana xwe ji dest da. Li gorî rapora otopsî ya pêşîn Çatî “Hatiye xeniqandin.”     XWE BI HINCETA ÇAVNEBARIYÊ PARAST   Kirmizigul dema Çati hat dîtin hewl da bireve, lê bêyî ku dûr bikeve hat binçavkirin. Kirmizigul di îfadeya xwe ya da dozger de wiha îdîa kir: “Ji ber hesudiyê nîqaş di navbera me de derket. Di dema nîqaşê de ji derencan ket xwarê û ji ser hişê xwe çû.” Piştî îfadeya Kirmizigul hat girtin, derbarê wî de biryara girtinê hat dayîn û sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat kirin.    ‘BI PLANKIRÎ KUŞT’   Xwişka Çatî ya ku berî 25 rojan ji Mêrsînê hat Mêrdînê û dest bi xebatê kir Fîgen Bîlmez, derbarê bûyerê de axivî û wiha got: “Piştî ku ev kes xwişka min nas dike, teklîfa heskirinê jê re dike. Lê xwişka min vê teklîfa wî qebûl nake. Ew jî li ser vê yekê tim xwişka min nerehet dike. Dûre nêzî mala xwişka min ji bo xwe malekê digire û tim xwişka min nerehet dike. Roja bûyerê, xwişka min ji bo ku bi wî re biaxive diçe gel wî. Xwişka min bi taksiyê diçe cihê ku bûyer lê  rû dide û ji teqsivan re dibêje ‘heya 5 deqan ezê vegerim.’ Li gorî vegotinên taksîvan xwişka min çawan dikeve malê, dengên pevreqîjîniyê derdikevin. Xwişka min li taksîvan diger û alîkariyê dixwaze. Lê  di wê navberê de ji xwe her tişt qediyaye.   Fîgen Bîlmez, da zanîn ku ew difikirin ku xwişka wê bi awayekê plankirî hatiye kuştin.