'Wê bi pergala 'navbeynkariyê' nehêlin jin dengê xwe jî derxîne' 2017-12-11 09:23:58 KOCAELÎ - Endama Komeleya Keda Jinê ya Kocaeliyê Hîlal Karûl dest nîşan kir ku wê bi "navbeynakariyê" re şideta li hemberî jinê zêde bibe û wiha got: "Dema şidet li jinê bê kirin, wê nehêlin ku dengê xwe derxîne."  Piştî qanûna ku erka marbirînê da miftîtiyan di Meclîsê re derbas bû, miftiyên bajaran dest bi marbirînê kirin. Hîn "Qanûna Miftîtiyan" tê nîqaşkirin vê carê jî hikûmetê pergala "navbeynkariyê" ku dê tevî Komîsyona Devjihevberdanê bixebite xist rojevê. Endama Komeleya Keda Jinê ya Kocaeliyê Hîlal Karûl pergala "navbeynakariyê" nirxand.   'EM LI DIJ DERDIKEVIN'    Karûl diyar kir ku Qanûna Miftîtiyan ji aliyê jinan ve nehatiye qebûlkirin û wiha got: "Em jin li dijî vê qanûna ku erka marbirînê dide miftîtiyan qebûl nakin. Çimkî li pêşberî me saziyeke ku newekheviya jin û mêran wek tiştekî xwezayî qebûl dike û wek fitratê dinirxîne heye." Karûl diyar kir ku ev qanûn rê li ber zewaca di temenên biçûk vedike û wê ser îstismarê binixumîne.    ‘WÊ NEHÊLIN JIN LI HEMBERÎ ŞIDETÊ DENGÊ XWE DERXÎNIN'    Karûl balê kişand ser pergala "navbeynkariyê" ku Komîsyona Devjihevberdanê desteka wê dike jî û dest nîşan kir ku heke ve pêşniyaz di Meclîsê re derbas bibe û bibe qanûn wê şideta li hemberî jinê zêde bike. Karûl ev tişt gotin: "Wê bi pergala navbeynkariyê re ji bo jin dev jê bernede wê gelek tişt bên kirin. Wê dîsa saziya malbatê di ser jinê re bê avakirin. Dema şidet li jinê bê kirin, wê nehêlin ku dengê xwe derxîne. Wê bi ser jinan de biçin û bibêjin 'riyeke lihevkirinê' bibînin. Li Tirkiyeyê gelek jin hene ku şidet li wan tê kirin. Her wiha gelek jinên ku dixwazin dev jê berdin, lê rê li ber devjêberdanê tê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin." Karûl anî ziman ku peywira sereke ya jinan ew e ku nehêlin pergala "navbeynkariyê" di Meclîsê re derbas bibe.    Karûl dest nîşan kir ku hikûmet mafên jinan ên bi têkoşînê bi dest xistine xesp kirine û ev tişt gotin: "Ê me jî pêşniyareke me ya wisa heye. Heke Meclîs dixwaze hin tiştan bike, heke dixwazin jin bi awayekî wekhev û adil bijîn, bila Peymana Stenbolê esas bigirin û bila madeyên ku îmze nekirine têxin meriyetê. Çimkî em ancax dikarin di van şert û mercan de bijîn."