Mala Çandê ya Çilkezî vebû 2019-11-30 16:58:04   WAN - Mala Çandê ya Çilkezî ku dê di bin banê Şaredariya Qelqeliyê de xebatan bimeşîne vebû.    Vebûna Mala Çandê ya Çilkezî ku dê di bin banê Şaredariya Qelqeliyê de xebatan bimeşîne pêk hat. Vekirina malê ji aliyê jinên endamên HDP'ê û aktivîstên TJA'yê ve pêk hat. Jin bi kincên xwe yên herêmî tevlî vekirinê bûn. Di vekirina ku bi stranan pêk hat de Hevaşredara Qelqeliyê Dîlan Orencî diyar kir Mala Çilkezî diyariyê jinên jiyana xwe ji dest dane, jinê têdikoşin û dayikan dikin.     Piştî axaftinê, xwarina herêmî Helîse ya Wanê li beşdaran hat belavkirin. Piştî vekirinê, jinan demeke dirêj govend girtin.