Bi destê jinê çêja masiyên di tenûrê de tên biraştin tiştekî cuda ye 2017-12-07 09:12:35 WAN - Şukran Cansever li navenda Wanê xwarinpêj vekiriye û masiyan di tendûrê de dipijîne. Cansever aşkera kir ku bi vî awayî çêja masiyan xweştir e. Li gund û navçeyên Wanê bi salan e di tendurê de masî tên pijandin û ev li herêmê bûye edetek. Şukran Cansever ev çanda anî bajêr û di xwarinpêja xwe de vê çandê dewam dike. Cansever li navçeya Riya Armûşê "Mala Tendurê" vekir û masiyên ji Gola Wanê tên girtin, di tendûrê de dipijîne û li bajêr tenê ew vî karî dike. Di van demsalan de masiyên Gola Wanê jî tên girtin û xwestekên di vê der barê de zêde dibin. Cansever aşkera kir ku çêja masiyên di tendûrê de tên çêkirin xweştir e.    Cansever aşkera kir ku ji derveyê masiyan, di xwarinpêjê de xwarinên cuda jî çê dike, ji ber wê karê wan zehmet derbas dibe. Li gel Canseverê hin jin jî dixebitin û di vê der barê de ev tişt gotin: "Me berê ev masî li gundan dibiraştin. Ez ji Qelqeliyê me û hêj li herêma me ev çand berdewam e. Min ev çêj ji destê dayika xwe girt, dema me anî navendê jî me ev dewam kir. Di navbera masiyê ku di firinê û tendûrê de tên biraştin de gelek ferq heye. Masiyên di sêniyê de tê biraştin, av û xwîna wê jî tev li hev dibe. Lê masiyê di tendûrê de tê biraştin, av û xwîna wan diniqute tendûrê. Çêja wê xweştir dibe. Kesên tên li vir masiyan dixwin, careke din tên."   ‘LI SER AGIRÊ DARAN ÇÊJEKE HERÊMÎ’   Cansever da zanîn ku ew danê sibehê xwarinpêja xwe vedikin, piştî paqijiyê dest bi karê xwe dikin û wiha pê de çû: "Masiyên ku ava xwe kişandibin hêj xweştir in. Em destpêkê masiyên xwe paqij dikin, pişt re xwê û baharatên wê lê dikin. Em wan bi qanceyên gilover ve dikin, ava leymûn û xwê li ser dikin. Pişt re di tendûra ku bi daran hatiye dadan de, tên biraştin. Em devê tenûrê bi sac digirin û qasî 20 deqîqeyan di tendûrê de disekinînin."