Dûndar: Li Tirkiyeyê di 11 salên dawî de 2 hezar û 720 jin hatin qetilkirin 2019-11-25 13:16:37   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dûndar, diyar kir ku li Tirkiyeyê di nava 11 salên dawî de 2 hezar û 720 jin hatin qetilkirin û ji bo ku tundî, tacîz û komkujiyên li dijî jinan bên çareser kirin û lêkolînkirin pêşniyaznameya lêkolînê da Meclîsê.   Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr û Pero Dûndar, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ji bo ku tundî, tacîz û komkujiyên jinan bên lêkolîn kirin pêşniyaznameya lêkolînê û pirsname dan Meclîsê.   DI 11 SALÊN DAWÎ DE 2 HEZAR Û 720 JIN HATIN QETILKIRIN    Dûndar, bi van hincetan pêşniyaznameya lêkolînê da Meclîsê: “Li Tirkiyeyê di nava 11 salên dawî de 2 hezar û 720 jin ji aliyê hevjîn, heskirî, bav, bira û xizmên xwe yên zilam ve bi tundiyê hatine kuştin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, di 6 mehên dawî yên sala 2019’an de 214 û tenê di meha Cotmehê de 36 jin ji aliyê zilaman ve hatine  kuştin. Li gel vê jî tundiya zayendî û îstîsmara zarokan jî zêde bûye.”   Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Îmîr jî, ji bo ku Wezîra Karê Malbat û Civakî Zehra Zumrut Selçûk jî bi bersivîne pirsname da Meclîsê,  Îmîr, di pirsnameya da de wiha got: “Li Tirkiyeyê, tenê di navbera 1’ê Çile û 20’ê Mijdara 2019’an de 302 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin û 532 jin jî rastî tundiyê hatin.”   Îmîr ev pirs ji Wezîr Selçûk pirsîn:    "*Ji bo pêşîlêgerına tundiya li dijî jinê xebatên ku we heya roja îro kirine çine?    *Gelo derbarê hejmara kuştinên jinan de xebatên xwe hene? Hejmara jinên di navbara salên 2002 û 2019’an de hatin kuştin çiqasin?   *Gelo ji bo jinên rastî tundiyê hatin we çiqasê piştgiriya hiqûqî da wan û hûn pêvajoya hiqûqî ya cezakirina bersûcan dişopîn in?    *Gelo derbarê jinên biyanî yên mexdûr bûne de xebatek we heye yan na?    *Herî zêde li kîjan bajaran tundiya li dijî jinê tê jiyîn?  Gelo derbarê vê yekê de  lêkolînek we heye? Ger we lêkolîn kiribe, sedema vê yekê çiye?”