33 sal in bêsîgorta karê malan dike 2017-12-06 09:35:24 STENBOL – Karkera malan Arzû Çelebî ku di nava şert û mercên xerab de dixebite 33 sal in bêsîgorta dixebite.  Karkerên malan ji ber ku li gorî zagona hêjmar 4857'an wekî karker nayê dîtin, li gorî pîvanên zagon û sendikayan nikarin bixebitin. Nikarin ji mafê xwe yên zagonî û sendîkayî sûdê bigirin. Li gorî Zagona Kar wekî karker nayên dîtin. Karkerên di malan de dixebitin, dengên wan ji dîwarên malan derbas nabin. Ev karker rojane dixebitin, bi mehaneyê li zarokan, welatiyên nexweş, kal û pîran mêze dikin, baxçevan, paqijiya derenceyan, li gorî serê parçe kar dikin. Karê utîvanî, xwarinpêjî, serwîskirina xwarina malan dikin. Jiyana wan bi tevahî di malan de derbas dibe. Ev karkerên di van karan de dixebitin, bi tu awayî ewlehiya wan a jiyanî tune ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan tu xebat nayê kirin. Ji bo mafên xwe bi dest bixin di sala 2008'an de Sendîkaya Piştgiriya Karkerên Malan (EVÎD-SEN) ava kirin. EVÎD-SEN'ê di navbera 2009-2010'an de xebatên xwe yên saziyê meşandin û di sala 2011'an de bi fermî saziya xwe îlan kirin.   Ji bo karkerên malan di 16'ê Hezirana 2011'an de Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO), di qada cîhanê de peymanek îmze kir. Di vê peymanê de mafê jinên karkerên malan tê diyarkirin. Dê xwestin ku jinên karker li gorî wan pîvan û mafan kar bikin. Dîsa mafê wan ê parastinê tê xwestin. Heta niha 22 welatan ev peyman îmze kiriye. Lê hêj Tirkiye ev peyman îmze nekiriye.    Jinên ku karê malan dikin bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Bi tundî û neheqiyê re rû bi rû dimînin. Dîsa bêsigorta kar dikin. Ji ber ku pênaseyek hiqûqa kar tune nikarin li gorî hin pîvan û hiqûqê mafê xwe jî biparêzin. Endama EVİD-SEN'ê Arzu Çelebî ku 33 sal in karê malan dike behsa şert û mercên karê malan kir.    Çelebî diyar kir ku 33 sal in ew karê malan dike û bêsîgorta dixebite. Çelebî, da zanîn ku berê bi nexweşiya pençeşêrê ketiye û ev nexweşî derbas kiriye. Çelebî, destnîşan kir ku ji ber di zagon û hiqûqê de pênaseyek karê wan tune nikarin doza tu mafê bikin û ji hemû mafê xwe yê zagonî, hiqûqî û sendikayî bê par dixebitin. Çelebî, destnîşan kir ku mafê wan ê sîgorta, çay, qahwe, bêhndayînê tune û dîsa li gorî dixwazin nikarin heqê keda xwe bistînin. Çelebî, destnîşan kir ku wekî koleyan kar dikin û rastî gelek zilm û zextan tên û wiha got: "Em nexweş jî bikevin, em neçar in bixebitin. Em nikarin bişert û li gorî peymanekê bixebitin. Em nikarin doza tu mafê xwe bikin. Astengiya herî xerab li pêş me dema diziya nava malê de ye. Kengî bixwazin dikarin dawî li karê me bînin. Em nikarin doza heqê keda xwe jî bikin. Em weke karker jî nayên dîtin. Berî her tiştî em dixwazin weke karker esas bên girtin. Em dixwazin wekî karker bên dîtin û wekî heqê karkeran heqê me jî bê parastin. Mafê sîgorta, mafê peymanê, mafê betlanê bê dayîn. Em dixwazin ewlehiya me hebe. Saetên kar bên diyarkirin. Rojên destûrê bên diyarkirin."   Endama EVÎD-SEN'ê ya 52 salî Elif Han jî heman tişt anîn ziman û diyar kir ku ew bi gelek neheqiyên giran re rû bi rû dimînin. Han, jî heman daxwaz anîn ziman û xwest wekî mirovan kar bikin û mafê wan ê mirovan bê parastin.