'Wê bi piştevaniya jinê her bihar bibin mîhrîcan' 2017-12-05 09:14:28 STENBOL - Ûçan Supurge û Fîlmmor ku dê di 2018'an de ji bo jinan mîhrîcana fîlman li dar bixin, wê di 10'ê Adarê de perdeyê vebikin. Endama Fîlmmorê Melek Ozman wiha got: "Wê bi piştevaniya jinan hemû bihar û jiyan bibin mîhrîcan."  Fîlmmor û Uçan Supurge, di meha Nîsanê de bi şîara "Hevdîtina Jinên li Pişt Kamerayê" hatibûn gel hev û biryar dabûn ku ew ê di sala 2018'an de bi hev re tev bigerin. Her wiha çend roj berê jî civîneke çapemeniyê çê kirin û daxuyandibûn ku ew ê di sala 2018'an de ji bo jinan "Bihara Mîhrîcanan" li dar bixin û ew ê di 10'ê Adarê de perdeyê di Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê de vebikin. Endama Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Ûçan Supurgeyê Halîme Guner der barê mîhrîcanê de ev tişt gotin: "Ev tenê ne mîhrîcan e. Çimkî ji bo keda jinên li pişt kamereyê bê nîşan dan, em tev digerin. Divê em hemû ji bo jinên ku kedê didin, fîlman dikişînin li çepikan bidin, divê em bêtir pişetavniya wan bikin."    Guner sedema ku pêdiviya mîhrîcanê çawa li wan peyda bûye bi van gotinan vegot: "Sala çûyîn 20 salên me qediya. Me ji xwe pirsî 'Di 20 salî de çend derhênerên jin çê bûne, me çi qas temasî hevdu kiriye, me çi qas bandor li hev kiriye?' Me xwest em vana nas bikin û bên gel hev. Em ji bo vê li Fîlmmorê geriyan." Guner got ku wan jî ev yek bi kêfxweşî qebûl kiriye û paşê wan bi derhênera jin Turkan Şoray û çêker Zeynep Ozbatûr Atakanê re hevdîtin çê kiriye û biryara tiştekî wisa daye."    'MEBESTA ME XURTKIRINA PIŞTEVANIYÊ YE'    Guner diyar kir ku dê Fîlmmor di navbera 10-17'ê Adarê de li Stenbolê û Ûçan Supurge jî di navbera 10-17'ê Adarê de li Enqereyê be û paşê ew ê hewl bidin biçin 9 bajarên din jî. Guner ev tişt gotin: "Ev piştevanî pir bi qîmet e. Mebesta me ew e ku em vê piştevaniyê bigihînin hemû jinan. Daxwaza me ew e ku rêxistinên jinan jî li deverên ku lê ne vê piştevaniyê berbelav bikin. Çimkî dema em bi hev re bin, tu tişt tune ye em ji derheqê wê dernekevin. Bereksê wê zehmet e." Guner bang li hemû sînemahezan kir ku li her derî li gel hev bin û wê keda li pişt kamerayê nîşan bidin û cudaparêziyan ji holê rabikin.    Endama Fîlmmorê Melek Ozmen jî, dest nîşan kir ku bi tena serê xwe lidarxistina mîhrîcanan pir zor e, hele dema ev mîhrîcan a jinan be zehmetir e û bingeha van zehmetiyan jî serdestiya mêr a 5 hezar salî ye. Ozmen, diyar kir ku di sektora sînemayê ya 100 salî de karbeşiyeke zayendîparêze, şert û mercên zor û zehmet heye. Ozmen anî ziman ku ew ê vê ferasetê biguherînin û ji derheqê van zor û zehmetiyan derkevin. Ozmen ev tişt gotin: "Em sînemagerên jin, ji bo gavên xwe saxlem bavêjin divê em wê karbeşiya zayendîparêz derbas bikin. Pêdiviya me bi piştevaniyeke ku newekheviyê ji holê rabike heye." Ozmen got tecrûbeyeke wan a 35 salan a herdu mîhrîcanên fîlman heye, lê belê ji bo ji derheqê şert û mercên zehmet derkevin pêdiviya wan bi piştevaniyê heye.    Ozmen, diyar kir ku li Tirkiyeyê pir kêm mîhrîcanên fîlman ên serbixwe mane, lê belê Fîlmmor û Ûçan Supurge bi salane bênavber her sal mîhrîcanên fîlmên jinan li dar dixin.    'PIŞTEVANIYA JINÊ MÎHRÎCAN E '   Ozmen der barê naveroka mîhrîcanê de jî ev tişt gotin: "Di navbera 10-17'ê Adarê de mîhrîcan heye. Wê her hefte li cihekî mîhrîcana fîlmên jinan hebe. Her mîhrîcanek xwedî bernameyek cuda ye; lê wê bernameyên hevpar ên Fîlmmor û Ûçan Supurgeyê jî hebin." Ozmen got ku ew hîn naverokê amade dikin û der barê şert û mercan de jî ev tişt gotin: "Di warê aborî û teknîkê de me ji sifirê dest pê kir; lê em dibêjin 'Piştevaniya jinê mîhrîcan e'. Wê bi piştevaniya jinan hemû bihar û jiyan bibin mîhrîcan."    MA / Bilal Seçkin