TJA: Medya hewzê têkoşîna jinan hedef digire 2019-11-07 14:21:32 AMED - TJA'yê, derbarê medya hewzê ku li wê dest bi kampanyeya reşkirinê kiriye de daxuyanî da û got: "Hûnê nekarin bi derewên xwe me reş bikin. Têkoşîna me ya mezin û rêxistinbûyîna me wê hîn zêde mezintir bibe."   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyeke niîvskî bertek nîşanî nûçeyên derew û şaş yên medyaya nêzî îktîdarê ku li dijî wan servîs dike, da.  Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku medyaya alîgir têkoşîna jinê ya bi rêxitin hedef girtiye û wiha hat gotin: "Ev kesên ku bi êrîş û tehdîdên xwe dixwazin me ji têkoşîna me dûr bigirin bila bizanibin ku em ê jiyana azad ava bikin."    Daxuyaniya TJA'yê wiha ye:    "Di 17 salnên dawîn ên îktîdara AKP-MHP'ê de her roj li vî welatî em jin bi qirkirin, tacîz, tecawiz, binpêkirina mafan, çewisandina kedê û bi binçavkirinê re rûbirû mane. li dijî hemû jinên ku serî netewandine û têkoşîn dane vê îkdtîdarê êrîşên xwe; bi pêkneanîna Peymana Stenbolê ku nekiriye meriyetê, bi hedefgirtina, bi binpêkirina mafê nefeqeyê û bi daxistina cezayê ji bo kesên ku qirkirin pêk anîne êrîşên xwe yên krîmînalîzekirina têkoşîna jinê û terorîzekirinê berdewam kirine.   Medyaya havûz a mêr ku dengê îktîdarê ye bi rojan e parêstvanên mafên jinan, jinên siyasetmedar û em TJA'yê kirine hedefa êrîşên xwe.  Ev medyaya ku di hemû qadên jiyanê de dibe sedema newekheviya zayendî û li jinê koletiyê ferz dike ku hêza xwe ji îktîdarê digire û hemû argûmanên îktîdarê ji bo xwe bi kar tîne, di derbarê me de bi nûçeyên reşkrinê ku çêdike têkoşîna jinê ya bi hêz a rêxistinkirî ku beriya 25'ê Mijdarê hatiye destpêkirin hedef digire.   Em careke din bang dikin û dibêjin ku têkoşîneke jinê ya mezin ku bi derewên we nayê reşkirin heye û wê ev têkoşîna me bi lêgerîna mafan bi hêztir bibe. Emê li dijî êrîşên ser jinê bi parastina xwe ya rewa bersivê bidin van êrîşan."