‘Li girtîgehan 500 heb berhemên nivîskarên jin hatine windakirin' 2019-11-03 18:35:47 AMED - Aktîvîsta TJA'yê Xecê Şen di komxebata "Jin û nivîskarî" ya KCD'ê de axivî û got 500 pêşenivîsar ango berhemên nivîskarên jin ên girtî hatine windakirin û ji bo dîtina van pirtûkan xwest komîsyonek were avakirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) komxebata bi sernavê "Jin û nivîskarî" li dar xist. Komxebatê bi mijara "Di weşanên kurdî de zayendparêzî" rûniştina duyem ku moderatoriya wê Cevahîr Sadak Duzgur dikir dewam kir.    Nivîskarên jin ên kurd li ser zayendperestiya di weşanan de nîqaş kirin û pêşniyarên pirsgirêkên jin dikişînin û çareseriya pirsgirêkê hatin parvekirin.    ‘500 PÊŞENIVÎSARÊN JINAN WINDA NE'    Di vê rûniştinê de aktîvîsta TJA'yê Xecê Şen a nivîskariyê dike axivî û bal kişand ser pirsgirêkên jinan ên li hefsan dikişînin û nivîsên jinên girtî pejna azadiyê li pêş dixe û ji bo wan azadî di mekan û demê de bicih nabe. Şen da zanîn ku jinên girtî mijarên wek civaka jiyanê, civakî (sosyolojî), felsefe û rolên zayendiyê û gelek mijarên din dinivîsinin û dest rêveberiyên girtîgehan dest datînin ser pêşenivîsaran û gelek astengî li pêşiya van nivîsan hene.    Şen da zanîn ku jin di hundirê hucreyê de hucreyek din dijîn û got: "Nivîsên jin dinivîsinin ji destê wan tê girtin. Dixwazin ew kelecan û eşqa nivîsandina wan bê şikandin. Em jinên kurd bi endyad in. Me dest ji nivîsandinê berneda. Li girtîgehan nêzî 500 heb pêşenivîsarên pirtûkan hene. Lê tenê pirtûkên çend hevalan derketin. Niha 500 heb pêşenivîsar winda ne. Çi bi wan hat em nizanin. Me jî bi rêya hevpyevînan nivîsên hevalên di hundir de weşand. Ez dixwazim ji bo van pêşenivîsarên tên windakirin ku bên dîtin komîsyonek were avakirin."    ‘DIVÊ JINÊN NIVÎSKAR BÊN DESTEKKIRIN'    Piştî Şen, Ferda Îldan a 27 salan di hefsê de ma axaftinek kir û anî ziman ku li hefsê gelek astengî li pêşiya nivîsandinê hene û lê li gel vê yekê jî jin dinivîsinin û di encama têkoşînek mezin de pirtûkên wan tên çapkirin. Îldan diyar kir ku gelek nivîskarên jin ên kurd ku dinivîsinin hene û xwest jin destekê bidin van nivîskarên girtî.    Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk jî li ser nivîskariya jinê axivî û got li gel hemû astengiyan jî jinên nivîskar dest ji nivîsê bernadin.    Di beşa dawî ya komxebatê de mijara "Nivîsandin û teşwîqa weşanê" ku moderatoriya wê Dîlan Aydin kir nîqaş hatin kirin. Aydin got divê jin hem binivîsinin û hem jî hev teşwîqî nivîsandinê bikin.    Piştî rûniştina dawî komxebat qediya.