Civîna Asta Bilin a Jinan: AKP ji jina bi hêz ditirse 2017-12-01 15:44:48 STENBOL - Civîna "Asta Bilind a Edalet, Wekhevî û Jinan" di roja 2'emîn de berdewam dike. Di civînê de Seroka Federasyona Komeleya Jinan a Tirkiye Canan Gullu diyarkir ku AKP ji jinan bi hêz ditirse.  Civîna "Asta Bilind a Edalet, Wekhevî û Jinan" di roja 2'emîn de li Otela WOW a Bakirkoya Stenbolê berdewam dike. Civîna Asta Bilind bi mijara "Em di milê mafê xwe yê gerdûnî de di hiqûqê de çiqas paşve mane" berdewam kir. Gelek nûnerên rêxistinên jinan tev li civînê bûn. Rojnameger Goksel Goksu civîn bi rêve bir.  Aktîvîsta Komeleya Çareseriyên Nû û Mafê Mirovan ên Jinan Şehnaz Kiymaz Bahçecî,  Seroka Federasyona Komeleya Jinan a Tirkiye Canan Gullu û Parêzer Nazan Moroglu di civînê de axivîn.    Prz. Nazan Moroglu bal kişand ser zagona miftiyan û diyar kir ku qanûna medenî birîndar dike û wiha got: "Dema jin pêyî piştgiriya tenduristiyê bigire û zarokên wê çê bibin dikare serledanê bike. Bi vê yekê rê li pêş tecawizê tê vekirin. Li ser navê jinê kesên din jî dikarin biçin serlêdan bikin. Ev bi xwe re xeteriyek mezin a civakî pêş dixe. Ger ku muftî mahrê bibire dikare berde jî. Wê demê mafê jinê li holê namîne. Pirsgirêika jinê ne tenê aydî jinê ye. Pirsgirêka welatekî ye.    ‘DI 6 SALAN DE EM PAŞVE ÇÛN'   Aktîvîsta Komeleya Çareseriyên Nû û Mafê Mirovan ên Jinan Şehnaz Kiymaz Bahçecî jî diyar kir ku li gorî raporên navneteweyî yên li ser mafên jinan û li gorî Peymana Stenbolê Tirkiye di milê mafê jinan de di 6 salên dawî de paşve çûye. "    AKP JI JINA BI HÊZ DITIRSE   Di civînê de Seroka Federasyona Komeleya Jinan a Tirkiye Canan Gullu jî, bal kişand ser helwesta AKP'ê ya li dijî jinê û wiha got: "AKP ji jinan bi hêz ditirse. Di sala 1917'an de li vî welatî Qanûna Malbatê hebû. Ger ku jin nexwaze nikare bi zorê bê zewicandin. 100 sal şûnde zagona Muhtîtiyê xistin meriyetê. AKP ji bo xwe bi hêz bike dixwaze tundiyê li ser jinê bimeşîne û hêza jinan bişkîne.  AKP jinê dike maşik. Hikûmed naxwaze jin di nava malê de bibe hêz. Ji jina bi hêz ditirse."  Civîn bi niqaşan berdewam dike.