‘Tundiya li ser jinê nayê ceza kirin’ 2017-11-25 12:37:47   WAN - Endamên Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê, têkildarî tundiya li ser jinan axivîn û wiha gotin: “Di dozên tundiyê de biryarên “ne ceza kirinê” yên dadgehan, bandorê li civakê dikin û ew vê yekê di nêzîkatiyên zilamên di salona dirûşmeyan de jî dibîn in."      Endamên Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna  li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî nirxandin kirin û diyar kirin ku polîtîkayên “ne caza kirinê” di dozên tundiya li ser jinan de ketiye dewrê.     Endama Komîsyonê parêzêr Dîcle Kanat Ayyildiz, diyar kir ku zilamên tundiyê dikin ji aliyê rayedarên dewletê ve tên parastina û wiha axivî: “Îro desthilatderiya zilam, dibêje bila jin li malê rûne, zarokan bi welidîne û herî kêm jî 5 zarokan bi welîdîn in. Jinên ku dibêjin, jinan terbiye bikin jî hene. Gotinên bi devê dewletê bên kirin, bê guman dê zilaman têr bike. Ji bo bi dawî bûna tundiya li ser jinan, berî her tiştî divê civak têgihîna hişmendiya xwe bigure.”    ‘DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN'   Endama Komîsyonê parêzer Gamze Karakiyak jî, diyar kir ku ew her roj asta tundiyê ya li ser jinan a mezin bûyî di dadgehan de dişopînin û  wiha axivî: “Sererast kirin qanûna hêjmara 6284 a Pêşîlêgirtina Tundiya li ser Jinan û Parastina Malbatê tê nîqaşkirin. Di nîqaşên tên kirin de gotinên ‘ev mijar cesaretê dide parêzer û jinan’ pêş dixin. Divê bi her awayî em li dijî van gotina derbikevin û li ber xwe bidin.”     Endama Komîsyonê Gulşen Şen jî, da zanîn ku di hemû qadên civakê de rastî tundiyê tên û wiha got: “Ji zarokê dibistana seretayê bigirin, heya jinek 40-50’î salî rastî tundiyê tên. Tundî li hemû civakê tê belavkirin. Ji ber vê yekê divê li hemû qadan em li dijî tundiyê têkikoşîn.”     ‘BI OHAL’Ê RE TUNDÎ ZÊDE BÛ’   Endama Komîsyonê Ekîn Yeter jî, di axatina xwe de wiha got: “Bi OHAL’ê re tundiya li ser jinan zêdetir bû. Civakekê hîn bi hirs tê avakirin. Bi OHAL’ê re mirov ji hev dûr ketin. Erka polîs û leşkaran divê pêvajoyê de hatin zêdekirin, ji ber vê zilam maf dixwede dibînin ku tundiyê bikin. Em vê helwesta zilam di dosyayên dadgehê de bi rehetî hîs dikin. Zilam bi rehetî dibêjin wan tundî li jinan kirine. Bi vê pêkanînê wê mafê di xwe de binîn in.”    ‘POLÎTÎKAYÊN NE CEZA KIRIN KIRINE DEWRÊ’   Esra Îdîl Salaz behsa tundiya  li ser jinan kir û wiha axivî: “Bi taybetî di dozên tundiya li dijî jinan de, bi hinceta ‘Delîlên şênber tunene’ biryara berdanê tê dayîn. Di dozên wiha de polîtîkayên ne ceza kirinê dixin dewrê. Ji ber vê yekê koma sûc dike û ya biryar dide, hevdû diparêzin û  dilşadiya di civakê de bandorê li dadgehê dike.”   ‘DI WARÊ PARASTINÊ DE LEWAZÎ HEYE’   Endamê Komîsyonê  Yasemîn Guner jî, diyar kir ku di warê tundiyê de erkên mezin dikeve ser milên jinan û wiha got: “Jinên rastî tundiyê tên divê zanebin û gilî bikin. Piştî gilî kirinê delîlan kom bikin û heman dosyeyan bişopînin.  Daxwaz parastin jin û zarokan tên qebûl kirin, lê vê yekê bi cih nayînin û jin tên qetilkirin. Divê em van rastiyan hemû yan bibînin û li dijî wê têbikoşîn.”