Seroka KADUM’ê: Bila desteka hiqûqî ji bo jinan bê temînkirin 2017-11-25 10:25:08 AMED – Seroka KADUM’ê Asli Pasînlî destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê bi destê hiqûqê tê rewakirin û got: “Jinên tundî li wan tê kirin destekek têr û tije nabînin.”  Seroka Navenda Sepandin û Şêwirmendiya Mafê Jinan a Baroya Amedê (KADUM) Asli Pasînlî bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî axivî û got ku tundiya li dijî jinê bi destê hiqûqê tê rewqakirin.    ‘PEYMANA STENBOLÊ NAYÊ SEPANDIN’    Pasînlî bal kişand ser tundiya li dijî jinan û got: “Divê li dijî jinan tundiya hestewarî, aborî û zayendî neye pişt guhkirin. Peymana Stenbolê ya li dijî tundiya jinê û binpêkirina mafê jinê hatiye îmzekirin nayê sepandin.” Pasînlî destnîşan kir ku ew wek KADUM’ê her cûre destekê didin jinan û lê ji ber ku butçeya ji aliyê wezaretê ve hatiye diyarkirin kêm e.    ‘DESTÊ HIQÛQÊ BI TRAVMAYÊ RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN’    Pasînlî anî ziman ku piştî jin bi tundiyê re rû bi rû tên hitşin bi destê hiqûqê jî cara duyemîn rastî travmayê tên û wiha dewam kir: “Piştî tundiyê hewldana qanihkirina jinê û ji ber di hiqûqê de beyanê jinê esas nayê girtin li nexweşxaneyê û edliyê gelek caran tê gerandin û profîla jinek din derdikeve holê. Der barê ku tundî lê hatiye kirin delîl tê xwestin. Vê carê jî bi destê darazê travmayek din li ser jinê dest pê dike.”    ‘PARÊZER JIN MUDAXÎLÎ DOZAN DOSYEYAN NAYÊN KIRIN’    Pasînlî diyar kir ku gelek caran beşdarbûna dosyeyan a parêzer jin nayê qebûlkirin û ew ji ber astengiyan nikarin mudaxîlî dosyeyan bibin. Pasînlî  da zanîn ku di dozên tundiya li dijî jinan de darizandin bi mekanîk li pêş dikeve û li gel raporan jî hebûna jinê tune tê hesibandin.    ‘GILÎKIRINA XWE PAŞ VE DIKIŞÎNIN’    Pasînlî anî ziman ku darizandinên dom dirêj dewam dikin polîtîkaya tepisandina li dijî jinê ye û ji ber doz dirêj dewam dikin jin gilîkirina xwe paş ve dikişînin.    ‘DIVÊ MAFÊ MUDAFA REWA BIGIRIN DEST’    Pasînlî destnîşan kir k udi dozên îstîsmara zayendî û êrîşan de kêmkirina cezayan divê mafê jinan ê mudafa rewa bi berfirehî bê şîrovekirin û pêwîste mafê mudafa rewa yê jinan di çarçoveya Peymana Stenbolê de bi birferihî bigirin dest.     ‘MAL NAVENDA TUNDIYÊ NE’    Pasînlî da zanîn ku herî zêde jin li nav malê rastî tundiyê tên û pêwîste li her qadê tundiya li ser jinê baş bê dîtin. Pasînlî got ku çawa êrîş û tundiya li dijî jinê li her saziyan heye di aliyê hiqûqî de ev tundî tê rewakirin û divê desteka hiqûqî ya bêpere ji bo jinan bê dayîn.   MA / Sonya Bayik – Semra Turan