Ji Tuncel peyama 25’ê Mijdarê: Îtîraz têrê nake divê alternatîf hebin 2017-11-23 14:48:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel a girtî, bi boneya 25’ê Mijdarê ji jinan re peyam şand û wiha got: “Tenê îtîraz û redkirin têrê nake. Pergala ku em îtîraz dikin, divê li dijî wê pergaleke me ya nû hebe.” Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a girtî, bi bonaya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî peyam ji jinan re  şand. Peyama Tuncel a ji Girtîgeha Hêjmara 1 a Tîpa F a Kandiraya Kocaelî şand û di JIN NEWS'ê de hat weşandin wiha ye:    Tevgerên jinên li Kurdistanê û Tirkiyê ji mêj ve ye li dijî komkujiya jinan û ji bo têkoşîna dijî şer were dîtin û hevgirtina jinê were geşkirin bang dikin. Em jinên di zindanan de, ji mekanên ku tundiya dewleta baviksalar bi awayekê herî pergalî tê jiyîn deng didan dengê jinan. Em hemû jinên ku li dijî faşîzmê li ber xwe didin bi hezkirin slav dikin.   DIVÊ JIN JIYANEK ALTERNATÎF AVA BIKIN    Heta ku di qada polîtîk de serkeftin nebin di tu qadê de serkeftin ne pêkan e. Daxwaza azadiyê ya jinan polîtîk e. Li dijî pergala hiyerarşîk, desthilatdarî, yekparêz a zilamê serwer divê em têbikoşin û jin bi perspektîfa azadîxwaz a pergala wan a jinê xwe rêxistin bikin. Ji ber vê yekê jin neçarin ku alternatîfa jiyanek nû ava bikin û pêşkêşî mirovahiyê bikin.    AKP’Ê PÊVAJO TÊK BIR   Ên ku maseya muzekereyê qulibandin, Tirkiye ber bi kaos û krîzeke ve bir AKP bi xwe ye. Zemîna wê hişmendiya ku Tirkiye ber bi kendalan ve birin ew polîtîkayên bi dijminatiya Kurdan e. Ev rewş bandorê ne tenê li Kurdan, li hemû gelên Tirkiyê dike. Ji bo vê jî girîng e ku jin ji polîtîkayên şer re bibêjin êdî bes e, pêşengiya vê bikin û mafê xwe yê jiyanê û siberojê biparêzin.   BERXWEDANA JINÊN KURD GIRÎNG E    Em jinên Kurd bi salan e bi gelê xwe re li dijî zilma li ser me li berxwe didin. Em li dijî her cûre hînbûnên pergala zilam-serwer a li ser jinê, li dijî vê hişmendiyê û tundiyê em ê li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin. Hemû jinên ku di têkoşîna dijwar û domdirêj de cihê xwe digirin bi hezkirin û rêz bi bîr tînim. Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li  Ser Jinên Navneteweyî em piştevanê didin jinên berxwedêr."