‘Ji kuçeyên Stenbolê heta kuçeyên Amedê em ê têbikoşin’ 2017-11-22 12:45:22   ENQERE – Meclisa Jinan a HDP’a Enqereyê bang li hemû jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û wiha got: “Ji kuçeyên Stenbolê heta kuçeyên Amedê xwedî li vê têkoşînê derdikevin.”   Meclisa Jinan a HDP’a Enqereyê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya HDP’a Enqereyê pêk hat û Endama Meclisa Jinan a HDP’a Enqereyê Ayfer Balikçi daxuyanî xwend.    Balikçi bi gotina “Ev wiha naçe û dê jin destûrê nadin” dest bi daxuyaniyê kir û wiha dewam kir: “Jin bi giyana xwe têkoşînê dimeşînin. Ji kuçeyên Stenbolê heta kuçeyên Amedê xwedî li têkoşînê derdikevin. Em xwedî li her deng, gotin, hêrs, kêfxweşî û destkeftiyan derbikevin. Em ê li her qadê li dijî tundiya dewleta-zilam derbikevin.”    Balikçi diyar kir ku jin li her qadê li dijî tundiyê têkoşînê didin meşandin û bang li hemû jinan kir ku beşdarî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin.