Rastiya li pey kuştina du xwişkan 2019-06-29 11:23:13 ÎZMÎR - Goksal Saglam ê bi destûrê hat berdan û hevjîna xwe Habîbe Çevîk û xwişka wê Fatma Akdag kuşt rastiyên nû derketin holê. Derket holê ku dema Çevîk xwe avêt stargehê, Saglam li stargehê jî li hevjîna xwe Çevîk xistibû. Tevî ku Çevîk li hemû rayedarên fermî dabûn jî encam negirtibû.  Di 19'ê Hezîranê de li Navçeya Çîglî girtiyê 47 salî Goksel Saglam, bi destûra  Rêveberiya Girtîgeha Menemenê ya Servekirî hat berdan. Piştî Saglam hat berdan, hevjîna xwe ya hev berdabûn Habibe Çevîk (42) û xwişka wê Fatma Akdag (39) kuştibû. Derket holê ku jinên serledan kirin dîsa serlêdana wan bê encam ma. Malbatên 2 jinên xwişkên hev diyar kirin ku bi salan tundiyê berdewam kir û hemû serlêdanên wan bê encam ma. Malbatê destnîşan kir ku herî dawî ji ber sersariya dewletê Saglam ev cînayet kiriye. Malbatê anî ziman ku 14 salan sewicî ma û di 14 salan de tundî kêm nebû.    Birayê Çevîk û Akdag, Ahmet Çevîk, diyar kir ku dema kujer hat berdan ew agahdar nekirin û wiha got: "Ger ku dema bersûc serbest berdan em agahdar kiribûna me dê xwişkên xwe biparastaya. Xwişka min Habibe 14 salan rastî zilm û tundiya hevjînê xwe hat. 2 zarokên Habibe yê 11 salî û 13 salî hebûn. Em cîranên hev bûn. Min gelek caran hişyar kir û min mudaxale kir, lê fêde nekir. Kujer bi kemer ê li Kurê xwe dixist. Qumarbaz bû. Xwişka min berê krêdî stend û deynê qumara wî dabû. Piştî tundî zede bû û xwişka min Habibe dîsa gilî kir, Goksel Saglam girtin û kelepçe kirin. Lê demek kin dîsa berdan. Yên ew kelepçe derxistin sûcdar in. Beriya bê girtin, dema xwişka min Habibe li strargehê ya di bin kontrola dewletê de bû çû li wê xist. Ev mijar bû rojeva dadgehê jî. Ev qatîl tenê mehekê li girtîgehê girtî ma. Xwişka min dîsa li Stragehê bû. Ji ber diçû kar û li zarokên xwe dineri. Saglam her dem zarokên xwe li hemberî dayika wan yanî Habibe sor dikir. Li gel ku dest ji hev berdabûn jî her roj li zarokên xwe digeriya û agahî ji dayika wan digirt. Ji derve kontrol dikir. Li gorî çi serbest berdan? Li gorî çi destûr dan? Çima em agahdar nekirin? Ger ku agahî dabûna me, me dê xwişkên xwe biparastina. Em edaletek rast dixwazin. Tenê ez edaletê dixwazim. Ez li vir bang li hemû rayedarên dewletê dikim. Ev ne pirsgirêka min tenê ye. Ez ji vê edaletê bi gilî me."    'ME LI CÎMERÊ JÎ GLÎ KIR LÊ...'   Keça Fatma Akdag Fîgen Akdag jî piştî dayika wê hat kuştin, hat li cem pîra xwe bi cih bû. Fîgen Akdag jî anî ziman ku dayika wê dixwest em mohtacî tu kesî nebin û ji ber vê yekê diçû karê paqijiyê dikir. Fîgen Akdag ku li Zanîngeha Pamukkale beşa Wêje û Zimanê Fransî dixwîne, diyar kir ku ji ber hem dayika wê û hem jî xaltîka wê hat kuştin êşa wê pir giran e û wiha bi dawî kir: "Bi van kuştinan 4 zarok êsîr man. Ez pir pir bi hêrs im. Kujer berê bi dehan caran li xaltîka min xist û dîsa nehat cezakirin. Li gel vê yekê cawa destûr dan wî û ew berdan ne li gorî aqilan e. Ez gelek caran bûm şahid ku çawa li xaltîka min dixe. Min li Navenda Ragihandina Serokomariyê (CİMER) gilî kiribû. Bi dehan caran me der barê kujer de gilî kir. Lê dîsa li girtîgeha servekirî dima. Ez ê li midûrê wê girtîgehê jî gilî bikim. Çima destûr nadin wî. Ez dixwazim kujer rastî cezayê giran bê.    MA / Esra Solîn Dal