'Li dijî cinayetên jinan divê torek hevpar û yekîtiya refleksî pêk bê' 2019-06-29 09:08:34 MÊRSÎN - Di 7 mehên dawî de li Mêrsînê 8 jin hatin kuştin. Rêxistinên jinan ên li Mêrsînê, bilêv kirin ku ji bo rê li ber cinayetan bê girtin divê bi beşdarbûyîn hemû rêxistinên jinan toreke hevpar û yekîtiya refleksî pêk bê.  Li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, di meha Gulanê de li Tirkiyeyê 37 jin û 14 zarok hatine kuştin. Li Mêrsînê jî di 7 mehên dawî de 8 jin hatine kuştin.    ‘JI DÊVLA JINÊ, ZILAM TÊ PARASTIN'    Endama Meclîsa Jina ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Aynûr Şahîn Ozdemîr, bilêv kir ku di salên dawî de cinayetên jina zêde bûne. Ozdemîr, diyar kir ku gotinên hikûmetê yên dijminahiya jinê dikin û bi destê darazê cezayên li zilamên kiryar tên birîn sedema van cinayeta ne. Ozdemîr, got: "Dema zilam jinan dikujin, cezayên wekî xelatkirinê tên birîn û ev yek zilamên din jî teşwîqî tiştên bi vî rengî dike. Jina ku xwe diparêze jî cezayê muebetê lê tê birîn. Dewlet ne jina ku xwe diparêze, zilamê êrîşkar ku jinê dikuje diparêze."    Ozdemîr, bilêv kir ku sedemeke cinayetên jina jî pergala kapîtalîst û rolên zayednîparêz ên xwe dispêrin vê pergalê ne. Ozdemîr, got: "Dema jinek tê tacizkirin an jî tecawizî wê tê kirin an jî tê kuştin, kiryar jî di nav de her kes bi yek dengî di leha mêr de ji bo kuştina jinê hincetan çêdike. Çi xizm çi jî kesên nas nakin dibêjin 'xwedê zane bê jin çi kiriye an jî ma çi nekiriye û mêr ew kuştiye.' Ji ber mantiqa avakirina dewletê li ser feraseta 'dewlet baba' ye, reîsê malê 'bavê biçûk' û reîsê dewletê jî 'bavê mezin e' û bi van rolên zayendîparêz hem li malê hem jî dewlet bi burokrasî, hiqûq û siyaseta xwe xwe bi rê ve dibe."    ‘TOREKE HEVPAR Û YEKÎTIYA REFLEKSÎ'    Ozdemîr, destnîşan kir ku ev demek e jin li ser xweparastinê nîqaşina dikin. Ozdemîr, anî ziman ku ji bo rê li ber komkujî û cinayetan bê girtin pêdivî bi toreke hevpar û yekîtiya refleksî ya jina heye û got: "Divê jin toreke hevpar û yekîtiya refleksî pêk bînin da jinên li bajarên cuda hay ji hev hebin û bi yekdengî tev bigerin. Wê jin bi piştevaniyê xwe xurtir bikin."    Seroka Komeleya Jinê ya Gunebakanê Zubeyde Sadirli Akpinar jî diyar kir ku di endeksa wekheviya zayendî ya civakiyî de Tirkiye di nav 149 welatan de di rêza 130'yî de ye.    ‘WEKHEVIYA ZAYENDÎ'    Akpinar, bal kişand ser şideta li hemberî jinê û îstismarkirina zarokan a li Mêrsînê û got: "Kuştin, tacizkirin, tecawizkirin û şideta li hemberî jina jina, LGBTÎ'yan û zarokan nîşan dide ku di civakê de jin û zilam ne wek hev in û feraseteke ku divê jin tabî zilam bin heye. Loma divê di navbera jin û zilam de wekheviya zayendiyî ya civakiyî pêk bê û ev yek ji bo rêgirtina li ber şideta li hemberî jinê pir girîng e."    Berdevka Platforma Cemxaneyan a Mêrsînê Zeynep Kara jî diyar kir ku sedema van komkujiyan feraseta bavisalarî ya dewletê ye.    Kara, diyar kir ku Tirkiye îmze daniye bin gelek peymanên navnetewî, lê belê dîsa jî berpirsiyariyên xwe bi cih nayne. Kara, bilêv kir ku hîn jî hin peywirdarên darazê hay ji Peymana Stenbolê û CEDAW'ê ve tune ne. Kara, got: "Gavin ji bo zêdekirina şidetê û rewakirina wê hîn jî tên avêtin. Eger xwedî li van peyamanan bêd erketin, wê piraniya pirsgirêkê bê çareserkirin. Em jin doza cîhaneke bê şidet,, cîhaneke wekhev, azadîxwaz, demokratîk, laîk, xwezahez û aştiyî dikin."    MA / Ergin Çaglar