Li girtîgehan 75 jinên nexweş girtî ne 2017-11-20 09:14:28 STENBOL - Ji 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî re 5 roj man. Parlamenterên HDP'ê û hevşaredarên DBP'ê jî di navde nêzî 8 hezar jin li girtîgehan 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin. Li girtîgehan 26 jê giran 75 jin tevî nexweşin jî girtî ne û bi hinceta OHAL'ê nayên dermankirin.  Li Tirkiye nêzî 8 hezar jin li girtîgehan 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî pêşwazî dikin. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Mijdara 2016'an li Tirkiye 7 hezar û 894 jin girtî ne. Ji wê demê heta niha wekîlên HDP'ê û hevşaredarên DBP'ê jî di navde bi sedan jinên din hatin girtin. Bi hezaran jin 25'ê Mijdarê li girtîgehê pêşwazî dikin. Ji van jinên girtî 27 jê giran 75 jin li gel ku nexweş in jî girtî ne. Jinên nexweş ku girtî tên darizandin, bi hinceta OHAL'ê dermankirina wan tê astengkirin.    Girtiyên nexweş îsal 25'ê Mijdarê bêyî ku bên dermankirin û tev li çalakiyan bibin li girtîgehan 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin. Li gorî daneyên ÎHD'ê girtiyên nexweş yên jin wiha ne:    * Ayfer Ayçîçek: Girtîgeha Tîpa M a Gebze. Bi nexweşiya Şizofreniyê ye.  *Aslihan Gencay: Li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê ye. Bi nexweşiya Wernicke Korsakoff, nexweşiyên jinekolojik, astim.  * Ayşe Topçu: Li Girtîgeha Sincanê ye. Li pişta wê û di pişika wê de perçeyên şarapnelê heye.  * Dîlek Oz: Li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê ye: Bi nexweşiya pençeşêra Lenfê ye. Dîsa nexweşiya dil, fitiqa piştê pêre heye.  * Dilber Tanrikulu: Li Girtîgeha Mêrdîn e. Di çîp û hêta wê de perçeyên şarapnelê heye.  * Elif Ezgî Karadogan: Li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê ye. Bi nexweşiya Losemî ye.  * Feride Arbuz: Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye. Ji ber kanserê rahîm û pêsîra wê hatiye jêkirin.  * Fatma Tokmak: Li Girtîgeha tîpa L a Bakirkoyê ye. Nexweşîyên dil, mîde û tansiyonê ye.  * Guneş Tekin: Li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ye. Di pişik, pişt û parsuyên wê de perçeyên şarapnelê hene. Di sînga wê de gule heye.  * Hazine Alçi: Li Girtîgeha Tîpa M a Gezbe ye. Bi çekê birîndar bûye di lingê wê de platin heye.  *Havva Ak: Li girtîgeha Tîpa M a Gebze ye. Bi pençeşêra pêsîrê ye.  *Laleş Çeliker: Di girtîgeha Tîpa M a Bayburtê de ye. Bi pençeşêra sîngê ye.  *Meryem Abî: Li girtîgeha Tîpa M a Bayburtê ye. Bi nexweşiya Behçetê ye.  * Meral Ekin Ayata: Li Girtîgeha Şakranê ye. Bi nexweşiya astima Kronik e. Bi cîhaz bêhnê distîne.  * Nergiz Okan: Li girtîgeha Tîpa C a Tarsusê ye. Di milê wê de platîn heye. Platîn derketiye derve. Divê emeliyat bibe.  * Pinar Tîkît: Li Girtîgeha Jinan a Sincanê ye. Di mejiyê wê de kîst heye. Divê emeliyat bibe.  *Songul Bagatir: Li Girtigeha Tîpa C a Tarsusê ye. Bi fitiqa piştê ye. Divê emeliyat bibe.  * Sureyya Bulut: Li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoy e. Bi nexweşiya Wernicke Korsakoff e.Di serê wê de şarapnel heye. Çavekî wê nabîne.  * Sultan Ozer: Li Girtîgeha Jinan a Karataş a Edeneyê ye. 3 caran kirîza dil derbas kiriye. By-pass bûye. Nexweşiyên astim û tansiyonê heye.  * Songul Tamîr: Li Girtîgeha tîpa E ya Amedê ye. Di mejiyê wê de tumor heye. Emeliyat bûye.  * Seyhan Korkusuz: Li Girtîgeha Wanê ye. Bi nexweşiyên Aterosklerotik Kardiyovaskuler û epilepsî ye.  * Seyran Demîr: Li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê ye. Bi nexweşiya Losemî ye kîlo dide.  * Saîme Avşîn: Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê ye. Bi sandalyeya bi teker tev digere. felç e.  * Sebahat Çetinkaya:  Li Girtîgeha Jinan a Sincanê ye. Bi nexweşiya dil a Kronik û tansiyonê ye.  * Seniha Surer: Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Xerpêtê ye. Bi nexweşiya dil û guatrê ye.  * Zelîha Bulut: Li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ye. Bi nexweşiya êşa movik û jinekolojik e.   * Aysel Guneş: Li Girtîgeha Tîpa E a Sêrtê ye. Bi nexweşiyên derûnî ye.  *Behiye Alabalik: Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ye. Gurçikek wê tune ye.  *Bahar Erturk: Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ye. Di malzaroka wê de kist, hipotiroidî heye.  *Candan Icus: Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ye. Nexweşiya dil û demaran pêre heye.  *Candan Yurek: Li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ye. Bi nexweşiya astim û kista sîngê ye.  *Caziye Duman: Li Girtîgeha Jinan a Sincanê ye. Divê ji çonga xwe emeliyat bibe.  *Denîz Tepeli: Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandira ye. Di malzaroka wê de kîst heye. Emeliyat bûye.  *Demet Resuloglu:Li Girtîgeha Sincanê ye. Dil, hipertansiyon, nexweşiya şekir, troid ve romatizma ye. *Evrim Erdogdu: Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ye. Nexweşê dil û astima kronîk e. Fitiq pêre heye.  *Emriye Erdînç: Li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê ye. Di çîpa wê de platîn heye.  * Esmer Ayaz: Li Girtîgeha Bayburtê ye: Fitiqa pişt û stu pêre heye.  * Emel Gultekin. Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ye. Fitiqa piştê pêre heye.  * Eda Umaç: Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ye. Hestiyên wê dihelin.  * Elîf Çetînbaş. Li Girtîgeha Jinan a Sincanê ye. Bi nexweşiya Rozasea û guatrê ye. * Ferda Îldan: Li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ye. Bi nexweşiya dil, Hepatit B û pişikê ye.  * Fatma Yaşar: Li Girtîgeha Karataş a Edeneyê ye. Janê wê zêde ne û ji ser hişê xwe diçe.  *Fîlîz Zohre Goçen: Li Girtîgeah Tîpa E ya Meletî ye. Xwîn çûye ser mejiyê wê.  * Gulazer Akin: Li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ye. Bi nexweşiya ulser û mîdeye.  * Gulistan Abdo: Li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ye. Di pişta wê de kist heye.  * Guler Bilen: Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ye. Nexweşiya dil û çerm heye.  * Hatice Bektaş: Li Girtîgeha Tipa L a Bakirkoyê heye. Nexweşiya Behçet, fitiq heye.  * Hatîce Baysal: Li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ye. Ji piyê xwe birîndar bûye.  * Hayrîye Yagbasan: Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ye. Hestiyê pişta wê nêm digire.  * Încîle Fidan: Li Girtîgeha tîpa E ya Mêrdînê ye. Nexweşiya pîrbûnê heye.  * Jiyan Erdînç: Li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ye. Platîn di piyê wê de he ye.  * Kevser Akçelî: Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê ye. Nexweşiya Tiroid  heye.  *Lamia Oso: Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ye. Nexweşiya alerjik û guatrê heye.  *Leyla Kirboga: Li Girtîgeha Tarsusê ye. Nexweşiya Epilepsî heye.  * Mukaddes Çelik: Li Girtîgeha Tîpa T a Oltu ya Erziromê ye. Nexweşiya Hepatit B  heye.  * Meryem Soylu: Li Girtîgeha Tipa M a Gebze ye. Nexweşiyên dil, tansiyon, bronşit, zirav heye.  * Nurcan Bakir : Li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ye. Di malzarokên wê de kist heye. Dîsa ülser, migren, guatr heye.  * Nuray  Atmaca: Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê ye. Hestiyê wê dihelin.  * Nilufer Şahîn: Li Girtîgeha Jinan a Sincanê ye. Ji bîr dike û direcifie.  * Nedîme Yaklav: Li Girtîgeha Sincanê ye. Nexweşiya gurçik, guatr û tansiyonê heye.  *Ozgul Yaşa: Li Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê ye. Ji çenga xwe birîndar bûye. Çenga wê şikestiye.  * Ozlem Yavuz: Li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ye. Xwîn ji dev û difinê wê tê. Divê emeliyat bibe.  * Rojbin Kirdar: Li Grtîgeha Tîpa M a Wanêye. Nexweşiya derûnî pêre heye.  * Rîhan Kavak Ozbey: Li Girtîgeha Jinan a Sincanê ye. Pasûrk û sînîrê we dihilin.  * Sevda Aldag: Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê ye. Nexweşiyên derûnî heye.  * Sevda Delî: Li Girtîgeha Tîpa M a Mêrdînê ye. Bi birîndarî hat girtin, dermankirina wê didome.  * Sultane Atabay: Li Girtîgeha Jinan a Sincanê ye. Xwina wê îltihap digire û nexweşiya sedef heye. * Seval Çadirci: Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye. Bi nexweşiya astima kronîk û dil e.  * Şîvekar Ataş: Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye. Nexweşa dil û tansiyonê ye.  * Şîrîn Paksoy: Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ye. Nexweşiya Guatrê heye.  * Şukran Ozer: Li Girtîgeha Tîpa M a Mêrdînê ye. Ji ber darbe ji serê xwe xwariye êşa serê wê heye.  * Şîrîn Çoban: Li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê ye. Nexweşiya çengê ye.  * Turkan Ozen: Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ye. Bi nexweşiya pişikê ye.  * Zerrin Yilmaz: Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye. Bi nexweşiya panîk atak e.  * Zeynep Avci: Li Girtîgeha Sîncanê ye. Nexweşa diyabetê ye.