Jin li dijî koletiyê tora piştevaniyê ava dikin 2017-11-18 09:21:09 ENQERE - Jinên di qada jiyanê de dixebitin ku herî zêde rastî cihêbûna zayendperest tên, li dijî hepsa malê û polîtîkayên kole kirinê têdikoşin. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Aysun Gezen, diyar kir ku di girtina kar de zayendperestî faktorek girîng e û wiha got: “Di vî warî de li dijî koletiyê em tora piştevaniya jinan ava dikin.”   Tundiya li dijî jinê li Tirkiye û cîhanê mîna pirsgirêkek civakî hebûne xwe diparê. Jin dinava malê de, derve de û jiyana civakî de rastî tundiya fîzîkî, derûnî, zayendî û aborî tên. Cudakeriya zayenedperest a di salên dawî yên di jiyana xwedê de zêde bûn. Piştî darbeya 15’ê Tirmehê û şûn de, bi îlan kirina OHAL’ê re heya niha bi 26 biryarê KHK’ê bi sed hezarran kedkarên çemawerî ji kar hatin avêtin. Hêjmara kedkarên çemawerî yên ji kar hatin êvin gehişt 113 hezar-140 hezaran. 25 hezar jin jî ji van polîtîkayan para xwe girtin.   Herî zêde ji Wezareta Tenduristî û Wezareta Perwerdê ya Neteweyî mirov ji kar hatin avêtin. Ji Wezareta Tenduristiyê ji sedî 42.5 û ji Wezareta Perwerdê ya Neteweyî jî ji sedî 31.5 kes ji kar hatin avêtin. Divana 4 hezarû 99 endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK) ên ji kar hatin avêtin de, tenê 60 jin hene .    ‘KHK’Ê RÊ LI BER KEDXWARIYA JINÊ VEKIR’   Hevseroka KESK’ê Aysun Gezer, bi boneya 25’ê Mijdarê, derbarê îxracan û bêmafiyên li dijî jinan axivî. Gezer, diyar kir ku hêjmara jinên ji kar hatin vêtin, ne di astekê biçûk bê girtin deye û  wiha axivî: “Ev hêjmar pir mezin. Vê hêjarê rê li pêşiya kedxwariya jinê vekir. Encamekê ku jinan ji qadên çemawerî qût bikin heye. Ji xwe AKP dixwaze hebûna jinan a diqadên çemawerî de ji holê rake û dinava malê de polîtîkayên keda jinan îstîsmar dike bixe meriyetê. Ji ber vê yekê polîtîkayên AKP’ê yên derbarê jinan de pir kûrin.”        ‘BI QANÛNAN, JINAN HEPSÎ MALAN DIKIN'   Gezen, anî ziman ku bi dûr kirina jinan a ji qadên çemawerî re dixwazin hêza karê erzan a pêdiviya piyaseyê pê heyî derbasbikin û wiha got: “Ji xwe ji bo jinan di qada çemawerî de xibitin, girêdayî têkoşînê ye. AKP, têkoşîn û destkeftiyê jian di xwaze bi qanûnên zewicandinên miftîtiyan ji holê rake. Bi van qanûnan dixwaze jinê hepsî mal, zarok, nexweş û mêzekirina pîr û kalan bike. Ji xwe di van karan de hewlekariya canê jinan tuneye. Di armanca AKP’ê ev heye.”     ‘AKP DIXWAZE REJÎMEK PAŞVERO Û DIJMINÊ JINAN AVA BIKE’   Gezen, da zanîn ku hemû polîtîkayên AKP’ê yên di çarçoveya van xebatan de, dixwaze “civakek nû avabike” û wiha bilêv kir: “Îro AKP, hewldide rejîmeke dijminê jinan, paşvero û mezhebperest ava bike. Ji bo desthilatdariya xwe bidomîne, jinan dijmin nîşan dide û wan hepsî malê dike. Ji ber ku ger jin azad bibin, dê ev bîrdozî jî parçe parçe bibe. Dixwazin jinan bi malbat, bav, hevjînê û hişmendiya desthilatdar ve girê bidin. Jinên ji kar hatin  avêtin, di vî alî de rastî zoriyên mezin hatin.”        ‘JINÊN FIND FIROTIN, ATOLYE AVAKIRIN HENE’   Gezen, destnîşan kir ku kedkarên jin ên endamê KESK’ê li dijî polîtîkayên AKP’ê li ber xwe didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Îzmîrê jinên bi firotina findan debare mala xwe kirin hene. Li Enqerê jinan atolyeyê hilberînê vekirin. Baskên jinan ên kar tora piştevaniyê pêş dixin. Ji bo jin mafên bi zor û zehmetî bi dest xistin ji dest neçin, hevalên me têkoşîna xwe didomînin. Ez bang  li hemû jinan dikim ku têkoşînê bilind bikin.”