'Ji ber ku dewlet Havva neparast niha tê darizandin' 2019-05-26 09:03:19   HATAY – Havva Zor, hevjînê xwe yê bi awayekî sîstematîk tundî li wê û zarokên wê dikir kuştibû. Piştre bi îdiaya "kuştina bi qesdî" der barê Zorê de bi daxwaza cezayê muebeta giran doz hat vekirin. Parêzer Mehtap Sert diyar kir ku ji ber dewletê neparast niha Havva Zor tê darizandin.    Li navçeya Belen a Hatayê Havva Zor, di 20'ê Çileyê hevjînê xwe Mîkaîl Zor ku bi awayekî sîstematîk tahde li wê û zarokên wê dikir kuştibû. Ji ber vê Zor hat girtin û Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê bi daxwaza cezayê muebeta giran der barê Zorê de îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê ve hat qebûlkirin û di îdianameyê de Zor bi îdiaya "kuştina bi qesdî" tê darizandin.    Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Mîkaîl Zor ji ber sûcekî edlî girtî bûye û di Kanûna 2018'an de ji Girtîgeha Îskenderûnê firar kiriye û heta roja bûyerê bi awayekî sîstematîk tahde li hevjîna xwe û zarokên wê kiriye û her wiha keça Havva Zor Z.S. ya ne ji Mîkaîl Zor jî xistiye odeyekê, derî li ser qefilandiye, tahde lê kiriye û ew îstismar kiriye.    Li ser vê Mîkaîl Zor Havva Zorê jî derb kiriye û Havva Zor jî Mîkaîl Zor kuştiye.    Di îdianameyê de îfadeya Z.S. jî cih girt. Dozger ji bo kuştina Mîkaîl Zor got: "Kuştina bi qesdî ji ber heqaretan û derbkirinê pêk hatiye û divê ji ber vê navtêdana neheq ceza bê kêmkirin."    Dê danişîna ewil di 31'ê Gulanê de li Dadgeha Cezayê Giran a Îskenderûnê pêk bê.    Parêzer Mehtap Sert, bilêv kir ku muwekîla wê Zor du salan hatiye îşekencekirin û tecawizkirin û piştî hîn dibe zaroka wê tê îstismarkirin hew îdare kiriye û got: "Ji bilî vê tu şnesekî Havvayêt une bûye û Mikaîl Zor kuştiye."    JI BER DEWLETÊ NEPARAST TÊ DARIZANDIN    Sert, bal kişand ser doza li Zorê hatiye vekirin û got: "Em li bendê ne bûyera kutinê di çaçroveya parastina rewa de bê nirxandin û muwekîla me bê berdan. Lê belê di warê şideta li hemberî jinê û zarokan de ji ber ku qanûnên heyî qanûnên zilama ne, tenê mexdûriyeta zilam esas tê girtin. Ev li dijî rêgeza wekheviyê ya Qanûna Bingehîn e. Ji ber ku dewletê Havvayê neparast niha tê darizandin. Xweparastin mafek e. Loma divê Havva demildest bê berdan û beraatkirin."    MA / Hamdullah Kesen