Jinan ji bo Leyla Guven rê li trafîkê girtin 2019-03-07 15:09:41 AMED - Komek Jin li Cadeya Gevran a navçeya Yenîşehîrê, rê li trafîkê girtin û dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bila Leyla Guven bijî” berz kirin. Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 120'emîn de didome. Komek jinên li navçeya Yenîşehîr a Amedê kom bûn li ser Cadeya Gevranê çalakî li darxistin.   Jinên dinav de Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, Namzeta HDP’ê ya Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken, Endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên HDP’ê û gelek jin heyîn, li Cadeya Gevran destên hev girtin her du aliyên rê li trafîkê girtin. Jinên ku bal kişandin ser çalakiya greva birçûnê ya Leyla Guven û girtiyan, dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bila Leyla Guven bijî” berz kirin.     Jinên ku heta demekê çalakiya xwe berdewam kirin, dûre rê li trafîkê vekirin û dawî li çalakiya xwe anîn.