Jinan ji bo meşa 8'ê Adarê bang kir 2019-03-06 09:05:45 STENBOL – Wê di 8'ê adarê de bi dirûşmeya "Ev serhildaneke feminîst e" Meşa Şevê ya Femînîst a 17'an bê lidarxistin. Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Çîlem Kuçukkkeleş, ji bo meşê bang li jinan kir û got: "Çawa ku Leyla Guven bû Xizira vî welatî, em jî hemû jinan vedixwînin ku di 8'ê Adarê de bibin Xizir."  Wê jin di 8'ê Adarê de, saet di 7'ê êvarî de li ber Navenda Çandê ya Fransî ya Taksîmê ji bo Meşa Şevê ya Femînîst a 17'an bicivin. Paşê wê bi dirûşmeya "Ev serhildaneke femînîst e" û bi rengên mor heta Tunelê bimeşin. Piştî meşê wê daxuyaniyek bê dayîn û paşê wê li ber stranên Rîtma Kolektîf şahiyekê bê lidarxistin.    Endama Meclîsa Jina ya HDP'ê Gonca Yangoz, anî ziman ku wekî her salê ew îsal jî bi coş û girîngiyeke mezin 8'ê Adarê pêşwazî dikin û got: "Pir girîng e ku jin li qadan gotina xwe bilêv bikin. Lê belê îsal hîn girîgntir e. Ji lewre niha krîzeke aborî heye, zext û zoriyên li jinana zêde bûne û bi pêşengiya jinê li girtîgehan berxwedanek heye. Ji bo em bibin dengê wan, 8'ê Adara îsal pir girîng e û divê em di 8'ê Adarê de tev li Meşa Şevê ya Femînîst bibin."    ‘ÇAWA KU LEYLA GUVEN BÛ XIZIRA VÎ WELATÎ...'    Endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê Çîlem Kuçukkeleş jî got: "Di baweriya me elewîtiyê de hem Xizir hem jî jin biharê tînin. Lingê her duyan pêl kuderê bike ew der hêşîn dibe. Yanî wê di 8'ê Adarê de wekî Xizir jin biharê bînin vê erdnîgariyê. Wekî her carê her ku ev welat ditengije, jin dibin Xizir. Çawa ku Leyla Guven bû Xizira vî welatî, em jî hemû jinan vedixwînin ku di 8'ê Adarê de bibin Xizir."    ‘EM DAXWAZA XWE YA JI BO AŞTIYÊ BIQÎRIN'    Endama Malên Gel Zeynep Çelîk jî got: "Îsal jî ji bo em hem li girtîgehan hem jî li kuçeyan mafên xwe û pêşeroja xwe biparêzin em li cem hev in. Ji bo em li dijî tecrîda ku jiyana me dorpêç kiriye azadiyê û wekheviyê biqîqin em ê dakevin qadan û kuçeyan. Em ê bi Meşa Şevê ya Femînîst, li dijî mîlîtarîzmê, li dijî serdestiya zilamsalariyê, li dijî şer em ê aştî, azadî û wekheviyê biqîrin. Ji bo vê em bang li hemû jinan dikin."     BERXWEDANA JINA   Endama Partiya EMEP'ê Sema Barbaros jî bang li jinan kir û got: "Ferqa 8'ê Adar îsal a ji 8'ê Adarên din, berxwedana jinê ye. Mînak; karkerên jin ên Flormarê li ber xwe didin. Leyla Guven, li dijî zext û zoriyên îktîdara siyasî di greva birçîbûnê de ye. Wê jin di 8'ê Adarê de li dijî şidet û qanûnên îktîara siyasî bên cem hevdu. Ji bo vê em hemû jinan vedixwînin qadan."    MA / Necla Demir