Li Stenbolê jin diherikin Bakirkoyê 2019-03-03 13:42:52   STENBOL - Jin ji bo mitînga 8'ê Adarê diherikin Qada Bakirkoyê. Jin wê bi reng û kelecana xwe daxwazên xwe qîr bikin.    Di pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê ya Stenbolê li Qada Bakirkoyê ya Stenbolê bi şîara "Ji bo azadiya xwe, li dijî krîzê, şidetê û şer em li qada ne" mitînga 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê tê lidarxistin. Jin bi armanca pîrozkirina 8'ê Adarê li qadê kom dibin.    'DAXWAZA LEYLA DAXWAZA ME YE'    Bi rojan berê amadekariyên mitîngê hatin destpêkirin. Ji serê sibê ve polîsan qadê dorpêç kir. Jin di lêgerînê de derbas dibin û dikevin qadê. Ji navçeyên Stenbolê yên din jin kom bi kom diherikin qada mitîngê. Jin wê li dijî her cûre şidet û polîtîkayên neyînî yên li ser jinan şermezar bikin û li dijî van daxwazên xwe bînin ziman. Jinên bi hemû reng û fîstanên xwe yên herêmî bi kelecan in qadê rengîn dikin. Kêliyek jî têlîlî û çepikên jinan nesekinîn. Jinan dovîzên "Daxwaza Leyla daxwaza me ye", "Jin jiyan azadî" û "Ked, nasname û bedena me ya me ye" hildan û dirûşm berz kirin. Jinan li ber erbane û strandinê govendê digerînin û dîmenên xweşik pêk tên.    DÊ BALÊ BIKIŞÎNIN SER GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Di mitîngê de dê balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven û çalakgerên li girtîgehan û dê piştevanî ji bo wan bê eşkerekirin.    AZADIYA XWE QÎR DIKIN   Jin bi hemû kelecana xwe rojê pîroz dikin û jin dê li dijî yasayên têkildarî jinan hatin derxistin dengê xwe bilind bikin û dê azadiya xwe qîr bikin.    Dê di mitînê de axaftin bên kirin.