Li Stenbolê şahiya 8’ê Adarê: Em îro Leyla Guvenin 2019-03-02 11:55:39   STENBOL - Endama Meclîsa HDP’ê Asiye Kolçak, di şaiya 8’ê Adarê de axivî û got: “Di şexsê Ocalan de aştiyê tecrîd dikin. Em banga berxwedanê di serî de li jinan û hemû kesna dikin.”   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Kuçukçekmece ya Stenbolê, di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, şahiyek li dar xist. Di şahiya li saloneke dawetê hat lidarxistin de, piştî deqeyek rêzgirtinê, sînevîsyonek berxwedana karkerên Flormarê vedibêje, hat pêşandin.    'EM ÎRO LEYLA GUVENIN'   Hevberdevka HDP’ê ya semta Îkîtellî Bêrîvan Bozan, di şahiyê de axivî û got: “Em weke jin, bi sedsalane dinava vê têkoşînê de cih digirin. Îro tundiya zilam li hemû qadan heye. Her tim ev tundî weke, tundiya bav, bira, heskirin, hevjîn û dewletê tê pêşberî me. Lê têkoşîna me ya li dijê vê tu carî dê bi dawî nebe. Dem bi dem em bûn Sara, Rojbîn û Ozgecan. Îro jî em bûne Leyla Guven. Têkoşîna Guven têkoşîna me hemûyane. Daxwaza wê daxwaza me hemûyane. Ne îro, emê sibejî bibin bi hezaran Leyla û têkoşîna xwe berdewam bikin. Emê tu carî teslîm nebin.”   Piştî Bozan, Cıvata Şano ya   Jinên Amator lîstika xwe ya binavê “Parastina çewherî” pêşkêş kir.    Hevseroka HDP’ê ya Kuçukçekmece Nergîs Oymak jî, diyar kir ku ewê li dijî hişmendiya koçeyan li wan qedexe dikin, dê di 8’ê Adarê de dakevin qadan û ji bo şikandina tecrîdê dê dengê xwe bilind bikin.    'HER ROJ JI BO ME 8’Ê ADARIYÊ'   Dûre Endama Meclîsa HDP’ê Asiye Kolçak, da zanîn ku ji bo jinan bibin xwedî statuyên wekhev, jiyanek azad li ber xwe didin û wiha axivî: “8’ê Adarê ji bo jinan roja berxwedanê ye. Her  roj ji bo me 8’ê Adarê ye. Di rojên derbasbûyî de me  Leyla Guven ziyaret kir. Me ji wê hêz û moral girt. Em bi vê hez û moralê vegeriyan Stenbolê. Bi tecrîda li Îmraliyê îro hemû civak hatiye tecrîdkirin. Leyla Guve ji bo balê bikişîne ser vê tecrîdê, di greva birçîbûnê deye. Divê em xwedî Leyla derkevin û bibin dengê wê.”    Piştî axaftinê Civata Muzikê ya Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) derket ser dike û dûre şahî bi dawî bû.