8'ê Adarê dê hefteyekê li Colemêrgê bê pîrozkirin 2019-02-28 10:54:53   COLEMÊRG - Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê Şîpan Turan û Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Colemêrgê Nurcan Aktaş jinên Colemêrgê vexwendin şahî û çalakiyên 8'ê Adarê.    Li Colemêrgê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dê hefteyek şahî û çalakî bên lidarxistin. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê Şîpan Turan û Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Colemêrgê Nurcan Aktaş jinên Colemêrgê vexwendin rêze çalakiyên xwe.    Şîpan Turan diyar kir ku meha Adarê dê bi pîrozbahiyên 8'ê Adarê û Newrozê û xebatên hilbijartinê derbas bibe û di van hemû xebatan de jin di refên pêş ên van çalakiyan de cih digirin. Turan anî ziman ku wan li 15 taxên bajêr civînên jinan li dar xistine û amadekariyên 8'ê Adarê û Newrozê bi xebatên hilbijartinê re birêve dibin.    4'Ê ADARÊ MITÎNG LI DAR DIXIN    Turan da zanîn ku dê çalakiyên wan ên 8'ê Adarê sibê bi daxuyaniya çapemeniyê û şandina kartan a ji bo girtîgehan dest pê bike û got: "Xebatên me li bajêr û navçeyan didomin. Em amadekariyên mitînga mezin a dê di 4'ê Adarê de li bajêr bê lidarxistin tên birêve birin. Em ê di 6'ê Adarê de bi jinên Çelê re bên gel hev. Em ê di 7'ê Adarê de jî li Navçeya Şemzînanê li jinan qurnefil belav bikin û wan ziyaret bikin. Em ê di 8'ê Adarê de jî li Geverê bi jinan re bên gel hev."    ‘JIN BI KELECAN IN'    Hevseroka DBP'ê Nurcan Aktaş jî destnîşan kir ku jinan eleqeyek baş nîşanî ziyaret wan û civînên wan daye û wiha got: "Em mal bi mal digerin. Em bi şev û roj xebatên xwe bênavber didomînin. Me di hemû ziyaretên xwe de dît ku jin gelek bi kelecan in. Em wisa bi bawerin dê jin tenê ne di 8'ê Adarê de dê di 31'ê Adarê de jî bibin pêşengên serkeftinê. Ji ber xatirê ve yekê em hemû jinan vedixwînin çalakiyên 8'ê Adarê."