‘Pergala hevserokatiyê li dijî zîhniyeta qeyûman e’ 2019-02-25 09:21:18 AMED – Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP’ê Halîde Turkoglu destnîşan kir ku zîhniyeta zilam a desthilatdar li dijî saziyên xwestin xwe bidin rûniştandin mudaxele hat kirin û got: “Li dijî vê yekê pergala hevserokatiyê heye û di nav gel de tê pejirandin. HDP bi israr e pergala hevserokatiyê û pergala jinê bixe meriyetê.”  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi pergala hevserokatiyê dikeve hilbijartina herêmî ya dê di 31’ê Adarê de pêk were. HDP xwe bi pergala hevserokatiyê ji hilbijartinê re amade dike.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî piştgiriyê dide HDP’ê û bi qasî HDP’ê girîngiyê dide hilbijartinê. Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP’ê Halîde Turkoglu têkildarî girîngiya pergala hevserokatiyê ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî.    ‘PERGALA HEVSEROKATIYÊ MUDAXELEYA LI DIJÎ ZILAM E’    Turkoglu diyar kir ku pergala hevserokatiyê mudaxeleyeke li dijî pergala dewletê ya zîhniyeta zilam a desthilatdar e û got: “Pergala hevserokatiyê îlhamê dide têkoşîna jinan a li cîhanê û modelek tekane ye. Pergala hevserokatiyê li gorî yasayan pêk tê. Pergala hevserokatiyê ji bo vîna jinan pêk bîne û bide nîşandan û her wiha ji bo guhertin û veguhertina civakê girîngiyek jiyanî ye. Tevî hemû yasayan jî em ê di serdema pêş de vê pergalê di hema kademeyên rêveberiyê de bidomînin.”    ‘JIN DÊ XWESERIYA XWE YA RESEN AVA BIKIN’    Turkoglu anî ziman ku pergala hevserokatiyê di encama têkoşîna jinan de hatiye bidestxistin û domand: “Di vê pergalê de ewilîn em wekheviyê dixwazin. Di heman demê de em rêxistinbûyîna wekhev û sazîbûnê dixin meriyetê. Jin di her qadê de xwedî temsîliyet in. Em jin li her qadê û di her mekanîzmaya rêveberiyê de hebûna datînin holê. Ji bo me rêxistinbûyîna xweser a resen avakirina xweseriyê ye. Jin dê li her qadê têkoşîna xwe birêve bibin û ji hemû neyîniyên li dijî jinê re bêjin na. Pergala hevserokatiyê meseleyek statûtiyê ye.”    ‘JIN DÊ BERSIVA QEYÛMAN BIDIN’    Turkoglu da zanîn ku nîvê civakê jin in û ji ber vê yekê jî di pergala hevserokatiyê de xwedî bi israr in û ev pergal li her saziyên demorkatîk belav bû û dibe. Turoglu got: “Em ji feraseta ku digotin jin nikarin siyasetê bikin hatin pergala hevserokatiyê. Tevî hemû têgihiştinên li dijî jinê jî dê kes nikaribe me ji têkoşîna me bide qûtkirin. Pergala hevserokatiyê li dijî hemû polîtîkayên pergala zilam û deshtilatdariyê derdikeve û feraseta ku polîtîkayên zilam ên zayendperest deşîfre dike. Pergala hevserokatiyê ji aliyê her aliyên civakê jî tê pejirandin û êdî bi erênî tê bersivandin. Tayînkirina qeyûman binyadek li dijî pergala hevserokatiyê û jinan bû. Niha hemû sazî û dezgehên jinan hatine dagirkirin. Ji ber vê yekê HDP’ê dixwaze pergala hevserokatiyê û pergala jinan bixe meriyetê û ji ber vê yekê her du pergalan israr dike. Dê di 31’ê Adarê de gel bersiva pergala qeyûman li dijî pergala jinan bide.”    MA / Esra Solîn Dal