Rapora Cotmehê: 40 jin hatin kuştin, 25 jin jî rastî tundiyê hatin 2017-11-05 12:01:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin a meha Cotmeha 2017'an, zilaman 40 jin kuştin, tecawîzê 32 zarokan kirin û li 25 jinan xistin.  Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora tundiya li ser jinan a meha Cotmeha 2017’an aşkere kir. Li gorî raporê cînayetên jinan li gorî sala bûrî hîn zêdetir bûye. Di sala 2016’an de 328  jin hatin kuştin, di sala 2017’an de heya meha Cotmehê bi gişt3ı 339 jin hatin kuştin.      Li gorî raporê di meha Cotmehê de zilaman 40 jin kuştin, tecawîzê 32 zarokan kirin û li 25 jinan xistin. Li gorî vê encamê, hejmara cînayetên jinan li gorî sala borî gelekî zêde bûye. Di raporê de ev tişt hatin bibîrxistin: “Jin herî zêde li van bajaran hatin kuştin. Li Stenbolê 8, li Antalyayê 4, li Aydin, Edene, Dîlok, Tekîrdag, Manîsa û Yozgatê jî 2 jin hatin kuştin. 28 ji van jinan li mala xwe, 2 di wesayitê de, 1 jî di wesayîta stargehê de hatin kuştin. Yên din jî li kolanan, li derve, li zeviyan, qenalên avdanê, yan jî li deryayê hatin kuştin. Yek ji jinên di meha Cotmehê de hatin kuştin Elman e û 3 jî ji Sûriyeyê bûn.”   Li gorî lêkolîna Komeleya Psîkiyatrî ya Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê di nava 10 salên dawî de hejmara zarokên destdirêjî li wan hat kirin 250 hezar e. Di vê lêkolînê de hat destnîşankirin, ku di mijara destdirêjiya zayendî ya li zarokan de Tirkiye li gelemperiya cîhanê di rêza sêyemîn de ye.