Xeta azadiyê ya ku jinan dewr girtiye: Berîtan 2017-11-04 09:19:52 ÎZMÎR – Dayika Berîtan Karataş (Berîtan) Emoş Karataş, diyar kir ku keça wê bi berxwedana xwe navê xwe li dîrokê nivîsand û îro bi hezaran jin têkoşîna keça wê dewr girtine.  Li çar aliyên cîhanê jin hewl didin di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Hemberî Jinê li dijî şidet, qetilkirin û êrîşên zayendî dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. Li Tirkiyeyê gelek jin li dijî pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) li kuçe û kolanan têdikoşin û li Rojhilata Navîn jî di eniyên pêş de li dijî terhê jiyana ku serdest li wan ferz dikin şer dikin. Yek ji wan jinên ku bi têkoşîna xwe bû remza têkoşîna jinê jî Gulnaz Karataş (Berîtan) a PKK’yî ye ku li hemberî bangên “teslîm bibe” heta dawî şer kir û li dijî teslîmiyetê xwe ji zinar de avêt û bû remza jinên berxwedêr.    Karataş ku bi eslê xwe ji Dersimê ye, di sala 1971’ê de li Solxana Çewligê hat dinê. Dibistana seretayî û navîn li Xarpêtê xwend û di sala 1989’an de li Zanîngeha Stenbolê perwerdehiya xwe bi îngilîzî li Fakulteya Zanistên Îktîsadî berdewam kir. Karataş, di dema xwe ya zanîngehê de gelek caran hat binçavkirin, îşkencekirin û ket girtîgehê. Piştî ji girtîgehê derket, di destpêka salên 1990’î tevlî PKK’ê bû. Di Cotmeha 1992’yan de li Xakûrkê heta guleya xwe ya dawî bi pêşmergeyên PDK’ê re şer kir û li ser bangên “teslîm bibe” çeka di dest xwe de şikand û xwe ji zinar ve avêt.    Dayika Gulnaz Karataş, Emoş Karataş behsa keça xwe kir. Karataş, diyar kir ku ji ber Gulnaz keça herî biçûk bû wan bi navê Songul gazî wê dikir û wiha got: “Jineke wisa bû ku, ji bo gihandina wê pêdivî bi tiştekî tune bû.” Dayik Karataş, diyar kir ku ji ber ku Gulnaz ji xwendinê pir hez dikir, vê taybetmendiya xwe enjekteyî hevalên xwe jî dikir û wiha axivî: “Yeko yeko serdana hevalên xwe dikir û ew dixebitandin. Malbatên hevalên wê Songula min nas dikirin û jê hez dikirin. Mamoste ji bo dersê bide zarokan ew peywirdar dikirin. Motorsikletek wê hebû. Bi wê diçû her derî. Hevalên xwe digerand.”   ‘DI TEMENEKÎ BIÇÛK DE PERGALA NÊRZA RED KIR’    Karataş, anî ziman ku keça wê biçûna kîjan nêvengî bi sekna xwe derdiket pêş û di temenekî biçûk de pergala serdest a nêrza red kir. Karataş got ku qethiyen keça wê li hemberî neheqiyan bêdeng nedima û ev tişt gotin: “Kesî nikaribû bela xwe tê bide. Dema meran gotinek jê re bigotana, xwe li bêdengiyê danetanî. Di bin gotina wan de nedima. Tu mêrî newêribû gotinekê jê re bibêje. Dema diaxivî, gotinên xwe hildibijart. Li dibistanê, li her derî wisa bû.    ‘BI HEZARAN JIN TÊKOŞÎNA WÊ DEWR GIRTIN’    Karataş, dest nîşan kir ku keça wê Gulnaz tim di nav têkoşînê de bû û tu carî ji têkoşîna xwe tawiz nedida. Karataş, diyar kir ku rojekê wê jê re gotiye ew ditirse tiştek bê serê wê û wê jî wiha gotiye: “Dayê mirov masiyan dikire û dixe leganekê. Ji ber av di leganê de tune ye diperpitin ne wisa? A min jî wisa ye. Heke dev ji têkoşînê berdim ez ê biperpitim.” Karataş, diyar kir ku wê tim ji Gulnazê re gotiye “Ez ê ji derdê te xwe bavêjim bin wesayîtekê” lê belê keça wê jê re wiha digot: “Wisa nebêje dayê, ez pir li ber dikevim. Lê ez ê beriya te bikim.” Karataş, diyar kir ku ew niha tiştên ku keça wê digot baş fêm dike û wiha got: “Keça min xwe teslîmî wan nekir.”    Karataş, behsa wê roja ku li girtîgehê serdana keça xwe Gulnazê kiriye jî kir û wiha domand: “Gotineke wê ya ku qet ji bîr nakim hebû. Min jê pirsî ‘Keça min zêde îşkence li te kirin an?’ Ji min re got ‘Îjar wê qehwe bidanan min.’ Zêde îşkence lê kiribûn. Gotina wê ya ‘Ez nakevim destê wan. Heke bikevim destê wan ez ê xwe bikujim’ qet ji bîra min naçe. Tim û tim serê min bilind e. Têkoşîna wê ji bo hezaran bû mînak. Îro bi hezaran jin têkoşîna wê dewr girtine.”