Wê Meclîsa Jina ya HDP'ê beyannameya xwe li Amedê aşkere bike 2019-01-30 09:13:54 ENQERE - Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, diyar kir ku beriya her tiştî di rojeva wan de xwedîderketin û watedarkirina çalakiya Leyla Guvenê heye û ew ê di 10'ê Sibatê de jî beyannameya jinan a der barê hilbijartinên herêmî de ragihînin.  Meclîsa Jina ya HDP'ê, di 26'ê Çileyê de li Navenda Giştî ya HDP'ê civiya. Meclîsa Jina, li ser rê û rêbazên ku dê ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê diyar bikin hûr bûn. Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê û Parlementera Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemî, der barê biryarên girtine û nexşerêya amade kirine de axivî.    XWEDÎDERKETINA LI GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Taşdemîr, destnîşan kir ku rojeva wan a sereke çalakiyên greva birçîbûnê e û got: "A rast Hevseroka KCD'ê û parlementera me Birêz Leyla Guven bi vê çalakiya xwe bû dengê hemû gelên Rojhilata Navîn û dengê hemû jinan. Beriya her tiştî wê di rojeva me Meclîsa Jina de watedarkirin, civakîkirin û xwedîderketina li berxwedan ku Guvenê da destpêkirin be."    'CIVAK TÊ TECRÎDKIRIN'    Taşdemîr, destnîşan kir ku bandorên tecrîdê yên civakiyî, siyasî, dîrokî û rojane hene û got: "Guvenê nîşan da ku divê em ji bo çi bitêkoşin." Taşdemîr, bilêv kir ku pêşî jin û bi giştî tevahiya civakê tê tecrîdkirin û got: "Em baş dizanin ji bo jiholêrakirina mekanîzmaya tecrîdê ya li civakê tê ferzkirin, bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e."    ‘DAXWAZA WÊ DAXWAZA ME YE'    Taşdemîr, diyar kir ku li cîhanê krîzek heye û ev yek li Rojhilata Navîn wekî şer didome û got: "Li hemberî awayê siyaseta muhafazakr, netewperesy û serdestiya zilam, tez, dîtin û fikrên Birêz Ocalan hene. Em ji vê re dibêjin modela jiyana nû. Niha pêşengên vê modela jiyana nû Şoreşa Rojava û jin in. Loma çalakiya Leyla Guvenê çalakiyeke dîrokî ye. Refleksên civakiyî, siyasî û rojana di xwe de dihebînin. Birêz Guvenê, careke din nîşan da ku heta dawî li tecrîdê neyê çareserkirina pirsgirêka kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê nepêkan e. Em jî bi vê berpirsiyariyê xwedî li berxwedan û daxwaza Guvenê derdikevin."    ‘EM HEVSEROKATIYÊ ESAS DIGIRIN'    Taşdemîr, diyar kir ku xebatên wan ên ji bo hilbijartina herêmî jî girêdayî grevên birçîbûnê ne û ew rêveberiyên herêmî wekî qadeke têkoşînê ya li dijî tecrîdê, li dijî dijminahiya li jinan tê kirin û pergala serdest a zilam esas digirin. Taşdemîr, bilêv kir ku ew rêveberiyên herîmî wekî qada ku pêşengiya jinê esas digire esas digirin û got: "Em ê li gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê mekanîzmaya hevserokatiyê esas digirin."    WÊ BEYANNAMEYA JINAN DI 10'Ê SIBATÊ DE BÊ AŞKEREKIRIN    Her wiha Taşdemîr, anî ziman ku wê Meclîsa Jina di 10'ê Sibatê de li Amedê hem hevserokên xwe yên jin bide nasandin û hem jî wê beyannameya xwe aşkere bike û got: "Me beyannameya xwe li ser asasên ezmûn û tecrûbeyên xwe yên şaredarîvaniya 20 salan amade kir. Îdia û hedefa me ew e ku em ê karibin çi bikin, em ê çi bi dest bixin û em ê karibin çi tiştan lê zêde bikin."    Taşdemîr, diyar kir ku rêgeza hevserokatiyê û temsîliyeta wekheviyê helwesta partiya wan e û bi taybetî jî ew ê di hilbijartina herêmî de bersiveke xurt bidin derdorên jinê ji siyasetê dûr dixin. Taşdemîr, bilêv kir ku destleftiyên jinan tên çewisandin û ew ê di hilbijartina herêmî de perspektîfeke ku jin xwedîgotin e esas bigirin û têkoşîna xwe bi biryardariyî bidomînin.    ‘AÇLIK GREVLERİNİN KAZANIMI SEÇİMLERİN KAZANIMIDIR’   Taşdemîr, bi bîr xist ku di girtîgehan de bi sedan girtî di greva birçîbûnê de ne û got: "A rast serketina vê berxwedana ku bi pêşengiya jinê dest pê kir serketina hilbijartina herêmî ye jî. Em nikarin herduyan ji hev cuda esas bigirin. Em çi qas karibin daxwaza li girtîgeha bikin malê civakê û têkoşîna xwe bikin amûra şikandina tecrîdê, em ê ew qasî karibin bloga faşîst bi paş ve bibin. Niha jin li her qadê dengê xwe bilind dikin û meşan li dar dixin. Plansaziya me Meclîsa Jina jî ew e em vê reaksiyonê mezintir û vî dengî bilindtir bikin."    ‘EM Ê BAJARÊ XWE BI RÊ VE BIBIN'    Taşdemîr, destnîşan kir ku ew li ser fikra "Em ê bajarên xwe bi xwe rê ve bibin" tev geriyane û ew ê qadên bi qeyûman hatine xespkirin bi dest bixin. Taşdemîr, destnîşan kir ku di hilbijartinê de ew ê têkoşîna li dijî feraseta ku saziyên jinan girtiye û vîna jinan nas nake esas bigirin.    MA / Berivan Altan