‘Herî zêde jin ji krîzê bi bandor dibin’ 2018-12-17 09:22:26 STENBOL - Doç. Dr. Melda Yaman bal kişand ser gotinên hikûmetê yên “Krîz tuneye” û got: “Li dijî krîzê têkoşîn dayîn, di hemê de li dijî desthilatdariya zilam jî têkoşîn dayîne.” Her ku diçe li Tirkiyeyê krîza aborî kûrtir dibe. Ji vê krîza aborî herî zêde jin bi bandor dibin. Doç. Dr. Melda Yaman, bal kişand ser bandora krîza aborî ya li ser jinan. Yaman, diyar kir ku ji hemû kesan zêdetir krîz bandorê li jinan dike û wiha axivî: “Çawan ku newekheviyên sermayeya baviksalariyê keda jinan dixe, krîz jî hêzên cuda ji bo jinan ava dike. Lewre kapitalizm jî di zemînê baviksalariyê tevdigere. Li ser ked û bedena jinan, di şert û mercên krîzan de cureyên nû ji bo jinan diyar dikin. Li Tirkiyeyê nêzî 20 mîlyon jin, di karên bê pere de dixebitin. Tevlîbûna jinan a îstîhdamê ji sedî 34,6 e. Ji ber ku hîna jî dinava malê de hişmendiya tenê zilam dikare pere qezenc bike heye. Karên nava malê, pêşiya jinan digirin. Ev jî dibe sedem ku tevlîbûna jinan a îstîhdamê talî bê girtin. Dîsan jin di karên herî bêewle û giran de tên xebitandin. Li gorî hin xebatên hatin kirin, jin tim bi rîska bê kar bimîne re rû bi rû ye. Ji 4 jinên di pişesaziyê de dixebitin, yek jê ji ber hêza kar ji kar derdikeve û ji bo xwe li kare din digere.”    ‘DIBÊJIN KRÎZ TUNEYE’   Yaman, da zanîn ku tu rastiya gotinên derdorên hikûmetê yên “krîz tuneye” tuneye û wiha bilêv kir: “Di sala 2009’an de jî digotin ‘krîzê hat lêxist û çû.’ Rastiya krîzê herî zêde li bazar û marketan bi awayekê zelal derdikeve pêşberî me. Herî zêde jî jin diferqa vê yekê dene. Fikara ku krîz hîn kûrtir bibe pir zêdeye. Mînak divê jin li dijî vê krîzê bên gel hev û divê em jin bihev re li ser vê krîzê bifikirin. Kêm kirina xerckirina tenduristiya çemawerî û lewazbûna polîtîkayên civakî yên dewletê jî, barê jinan zêdetir dike. Di vê pêvajoyê de xwe gihandina tenduristiyê kêm dibe û xizmeta mêzekirina jinan zêdetir dibe. Hikumet didemên krîzan de tim bang li jinan dike ku bibin parêzgeh. Lê di rastiyê herî zêde jin ji krîzê bandor dibin.”   'LI DIJÎ KRÎZÊ DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ DAYÎN’    Yaman, da xuya kirin ku di tabloyek wiha de divê jin xwedî keda xwe derkevin û wiha bi dawî kir: “Dîsan divê jin amadekariyên xwe bikin. Divê jin li dijî krîzê têbikoşin. Ji ber ku têkoşîna li dijî krîzê, têkoşîna li dijî kapîtalîzmê ye. Têkoşîna li dijî krîzê, di heman demê, li dijî desthilatdariya zilam a krîzan ava dike jî têkoşîn e.”    MA / Necla Demîr