Jinên HDP’î bersîv dan Soylu 2018-11-27 15:45:23   ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê bersîv dan  Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu ku jinên partiyî kirin hedef. “Li şûna tundiya jinan rawestîne, li cih û meqamê xwe tundiya li dijî jinan rewa dike û pêş dixe û bûye saziya ku tundiyê rewa dike."    Bi hezaran nûner û endamên rêxistinên jinan bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li dijî Jinê xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Lê polîsan pêşiya wan girt û destûr nedan meşa jinan. Jinên ku rastî barikata polîsan hatin kolan bi rengê xemrî xemilandibûn. Soylu li şûna hesab ji astengiya polîsan bipirse, Jinên HDP’î kiribû hedefa xwe. Soylu gotibû "Li gel ku me got qedexe ye jî HDP û sepmatizanên PKK'ê xwe anîn holê. " Meclîsa Jinan ya HDP'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û helwesta Soylu şermezar kir. Meclîsê bi sernavê “Derew, gef, rîyakarî" daxuyanî dan û gotin. “Daxuyaniya Soylu, halê tundiya li dijî jinê ya mêr û dewletê ye." Wezîrê Karên Hundir ku erka wî tundiyê rawestîne, li meqamê xwe saziya xwe kiriye ku tundiyê rewa dike û sewk bike."    Wezîr li Hevseroka me Pervin Buldan bi telefonê geriya û gefa "Em te nadin jiyîn" xwar. Dîsa di niqaşên butçeyê de gefa ‘Tu dê bibînî" li wekîlek me xwar. Niha jî di çalakiyên 25'ê mijdarê Roja Têkoşina li dijî Tundtiyê de li meqamê xwe gefan dixwe. Divê Soylu di mijara jinê de devê xwe veneke. Li şûna ewlehî û aramiyê biparêzê zinan dirêjî çalakiyên me dike. Ji her carê wêdetir, dîsa hişmendiya xwe ya tarî û qirêj bi zimanekî mêrî û nijadperest dîsa derxist holê. Yên zimanê xwe dirêjî tekoşîna azadiya jinê, û îktîdara 16 salan ku hişmendiya Wezîrê Karên Hundir Soylu temsîl dike divê hesap bidin. Lê li şûna hesab bide ve yekê rewa dike.    Yên li dijî qedexeya Kolanan a Soylu li ber xwe didin em jin in. Dema Soylu ev gotin gotin, Me li gel jinan li taksimê bi hevre li ber xwe dabû. Me gotinên xwe ji jinên çar aliyê welat gotin. Em wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê dê li dijî vê hişmendiya zayendîperest, nijadperest û tekperest têkoşîna xwe berdewam bikin."