HDP’ê bang li jinan kir: Werin bibin namzet 2018-11-27 13:15:21 WAN - Meclîsa Jinan a HDP’ê yên Wanê, bang li jinan kir ku ji bo namzetiya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê serlêdan bikin.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, bang ki hemû jinan kir ku ji bo namzetiya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê serlêdan bikin. Meclîsa  Jinan a Rêxistina HDP’a Wanê, têkildarî hilbijartina herêmî li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û gelek jin beşdarî civînê bûn. Hevseroka DBP’ê ya Wanê Aynûr Tarhan, di civînê de axivî û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven.    Tarhan çalakiya Guven silav kir û wiha got: “Her roja diçe em nêzî pêvajoya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê dibin. Em dixwazin hemû jin xwedî vîna xwe derbikevin. Di hilbijartina  herêmî ya sala 2014’an de me ji 14 şaredariyên Wanê, 12 jê qezenc kirin. Lê qeyûm tayînê şaredariyê me kirin. Ji bo vale derxstina pergala qeyûman û li bajêr bilindkirina têkoşîna jinan, em bang  li hemû jinan dikin ku werin bibin namzetê HDP’ê.”   'BILA QEYÛM BI DESTÊN JINAN HERIN’   Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Yadîşer Karabûlak jî axivî û wiha got: “Ez bang li jinên wanî dikim, werin ji bo namzetiya HDP’ê serlêdan bikin. Em dixwazin li Wanê bi sedan jin bên serlêdan bikin. Bila qeyûm bi destên jinan herin.”   Piştî axaftina Karabûlak, daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û tilîliyan bi dawî bû.