Jinan barikata polisan nas nekirin: Polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin 2018-11-25 18:47:23   STENBOL - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Dijî Jinê li Tunela Qada Taksimê kom bibin û xwestin heta Qada Galatasarayê bimeşin. Jinên ku dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan a biava şit û bombeyên gazê hatin. Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît ji aliyê polîsan ve hat derbkirin.    Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Dijî Jinê jinan îro li Enqere, Riha, Îzmir, Edene, Mêrsîn, Şirnex, Stenbol, Amed, Êlih, Dêrsim, Wan, Colemêrg û gelek navendên gelek çaliyên girseyî pêk anîn. Gelek pêkhatiyên saziyên jinan ên Stenbolê jî li Tunela Qada Taksimê kom bibin û xwestin heta Qada Galatasarayê bimeşin. Polîsan beriya meşê polîsan kolana Îstîklalê li trafîkê girtin. Kolana diçe Qada Galatasarayê jî bi barîkatan girtin. Jinên ku li qada Tunelê kom bûn bi pankarta “Gelek hinceta tundiya mêr a li dijî jinê heye. Lê nêneta me ya em bêdeng bimînin û dest ji jiyana xwe berdin jî tune ye." vekirin û bi dowîzên xemrî yên daxwazên xwe tinin ziman bilind kirin û dest bi meşê kirin. Jinan bi kurdî û tirkî li dijî tundiyê dowîzên “Jin li dijî tundiyê çare ne." “Mafê parastina rewa nayê darizandin", “Leyla mafdar e divê tecrîd rabe" bilind kirin û meşiyan. Bi hezaran jinên li hev kom bûn û dest bi meşê kirin bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadi” û “Jin êdî bêdeng namînin" berz kirin û ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. Di meşê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Seroka CHP'ê Canan Kaftancioglu û gelek jinen din tev li meşê bûn. Piştî demekê jin meşiyan polîsan rê li pêş jinan girt û destûr nedan meşê. Jinan li dijî vê helwesta polîsan dirûşmeya "Aç aç barikatı aç/rake rake barikatan rake" berz kirin û xwestin bimeşin. Polîsan jî gotin 'Ev meş ne zagonî ye' û destûr neda. Lê jinan dîsa barikat nas nekirin û bi dirûşmeya “Em bêdeng nabin, natirsin û îtiat nakin" berz kirin û meşiyan. Jinan astengiyên li pêş xwe nas nekirin û meşiyan. Polîsên ku destûr nedan meşê vê carê bi bombeyên gazê, ava şit û guleyên plastîk êrîşî girsê kirin.   WEKÎLA HDP'Ê DERP KIRIN   Tevî êrîşa polîsan jin dîsa meşiyan. Polîsan vê carê jin derp kirin. Polîsan di êrîşê de parlementera HDP'ê û hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgit derb kir. Çalakiya jinan berdewam dike.