Akil: Em ê aboriya xwe ya navxweyî ava bikin 2017-10-27 10:36:15 ENQERE - Denîz Akil piştî hat îxrackirin, bi jinan re hatin gel hev û atolyeya xwarinê ava kirin. Akil aşkera kir ku bi îxracan jinan re wan di malan de hepis dikin. Akil da zaîn ku pitî atolyeyê dê kooperatîfê ava bikin û wiha got: "Em ê têkiliya bi marketan re daxin asta herî jêr û aboriya xwe ya navxweyî ava bikin." Piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) û derxistina Biryarên di Hukmê Qanûnî (KHK) re, bi deh hezaran mirov ji kar hatin avêtin, ji van 25 hezar kedkarên jin bûn. Gelek jin di qadên cuda de têkoşîna xwe dewam dikin. Ji van jinan yek jî Denîz Akil e. Akil piştî 19 salan li Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) xebitî, di 6'ê Cotmeha 2017'an de bi KHK'a hejmar 679'an hat îxrackirin, lê wê alternatîfeke din afirand û di bin navê Komeleya Jinana Nû ya Batikentê de gelek jin gihandin hev û atolyeya xwarinê ava kirin. Jin bi vê rêyê hem aboriya xwe saz dikin û hem jî derî li jiyaneke nû vedikin.   Li komeleyê 20 jin aktîf dixebitin, bi vê rêyê hem jinên hatine îxrackirn tên gel hev, hem jî xwarinên ku çêdikin bi hevkariyekê berhemên xwe difiroşin û aboriya xwe saz dikin. Xebata jinan bi vê jî ne sînor nîne, berhemên ku diafirînin bi hev diguhezin. Di komeleyê de ji derveyê xwarinê, dirûn û cilên ji postan jî tên çêkirin, dîsa bi van ve girêdayî salçeya malê, gelek xwarinên malan, zendik, aksesuarên malan û cil û berg jî tên çêkirin.   'EM Ê KOOPERATÎFÊ AVA BIKIN'   Akil destnîşan kir ku bi îxracan hem jinê di nalê de hepis dikin, hem jî bê aborî dihêlin, lê wan bi anîna jinan a gel hev pêşî li atoleyeyê vekiriye û wiha got: "Hişmendiya mêr a serdest ji jinan re dibêje ku 'Ji jiyana xebatê dûr bikeve.' Em jî li dijî vê hişmendiya mêr a serdest, di jiyanê de cih digirin. Îlla em ê wekî memûrekî dewletê nexebitin û em ê her dem di nav afrêneriyê de cihên xwe bigirin. Dema ez hatin îxrackirin, ez wiha fikirîm 'em dikarin bi hev re çi bikin? Divê em hilberîn û xerckirinê çawa bigihînin hev? Beyî ku bişibînin pergala kapîtalîst em dikarin çi ava bikin?' Em bi mirovên ku wekî me difikirîn re hatin gel hev û me serê xwe êşand. Di vê menê de Komeleya Jiyana Nû gelekî baş bû. Piştî çend nîqaşan me çend atoleye ava kirin. Piştî atolyeyan îxtimalek mezin em ê biçin kooperatîfbûnê."    'HEVALÊN ME DI PIŞTGIRIYÊ DE NE'   Akil aşkera kir ku ew bi jinên di atolyeyê de cih digirin re di têkiliyê de ne, bi firotina van xwarinan hateyê bi dest dixin. Akil da zanîn ku xwarinên ku li xaringehê tê çêkirin, hevalên wanên îxrackirî jî digirin û wiha pê de çû: "Em van xwarinan difroşin hin sazî û odeyan. Hevalên min ên li cihê ku ez lê hatim îxrackirin jî dikirin. Bi vî şeklî hem têkiliya me qut nabe, hem jî em bi hevalên xwe re di nava têkiliyan de ne. Her wiha em tenê vê xebata xwe li bajarên xwe re sînor nakin, li bajarên din jinên ku hatine îxrackirin jî berhemên xwe dişînin û em wan jî digirin. Mînak jinên li Rihayê salçeyê çêdikin, em salçeya wan jî digirin."   XEBATÊN CUDA DIKIN   Akil destnîşan kir ku ji derveyê çêkirina xwarina li atolyeyê, ew wekî jin tên gel hev û di nav piştgiriyê de ne, vê yekê bandoreke mezin li ser pêvajoya îxracê jî kiriye û der barê xebatên cuda de ev agahî da: "Em her roj karên wekî pirtûk xwendin, temaşekirina fîliman jî dikin. Ji bo van şahiyan jin di saetên sibehê de tên. Jinên bi dildarî tên her roj tên serdana me. Divên em dikarin ji bo we çi bikin û xwe tev li xebatan dikin."   'EM ABORIYA XWE SAZ DIKIN'    Akil piştrasrt kir ku bi avakirina atolyeyê re "aboriya xwe ya navxweyî saz dikin" û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bazara me ya pevguhestinê heye. Em cil û bergên xwe li hev diguhezin, têkiliya bi marketan re dadixin asta herî jor û aboriya xwe ya navxweyî saz dikin. Em berhemên li malê diafirînin, bi hev diguhezin. Ev tiştekî nû ye. Dema em di saziyên cemaweriyê de dixebitin, pergal jiyanekê dispêre te. Saet diyar in, cil û berg diyar in, hiyarerşî heye. Di pergala me de amîr û memûr tune, hiyarerşî tune, wekhevî heye, em planên xwe bixwe dikin. Di wan kargehan de wekhevî tune bû, pêşbirek hebû. Me li cihê pêşbirkê piştgirî esas girt."   MA / Dîren Yurtsever