Jin Bi Hevre Bi Hêzin ji bo ‘Hevdîtina Stenbolê’ bang tevlibûnê kir 2018-10-13 13:57:13   STENBOL - Jin Bi Hevre Bi Hêzin, bang li hemû jinan kir ku di 28’ê Cotmehê de beşdarî Hevdîtina Stenbolê bibin. Saziya jinan bang li hemû jinan kir û got: “Ji bo gotina ‘hûn nikarin dengê tevgera jinan qût bikin’ yekitî girînge.”   Saziya Jin Bi Hevre Bi Hêzin, bang li jinan kir ku di 28’ê Cotmehê saet 14.00’an de beşdarî Hevdîtina Stenbolê bibin. Dê civîna jinan li Salona Civînê ya Cezayîr pêk bê. Jinan berî civînê bang li hemû jinan kirin ku beşdarî civînê bibin û yekitiya xwe avabikin.    Li bendêye gelek sazî û dezgehên jinan beşdarî civînê bibin û di banga jinan de ev tişt hatin gotin: “Em jinên ku bi xelayên mezin ketin rê, her roja diçe em ji van xeyalên xwe dûr dikevin. Ji bo gotina ‘hûn nikarin dengê tevgera jinan qût bikin’ yekitî girînge û divê ji bo vê em bên gel hev û yekitiya xwe xurtir bikin.”