'Ger xweza hebe jiyan jî heye' 2017-10-24 09:27:10 MUGLA - Hurriyet Karadenîz ku di mala xwe ya ekolojîk de bi rêbaza teqasê debarê dike, diyar kir ku jiyana kolektîf pêkan e û wiha got: "Heke xweza hebe, jiyan heye, tenê em tune nekin, tenê bila çavê me birçî nebe. Her gava ku xweza tune dibe, mirovahî jî tune dibe." Jina 57 salî Hurriyet Karadenîz ji qelebalixa Stenbolê û ji avahiyên betonî reviya û li Palamutbukuya Datçaya Muglayê ji xwe re maleke ekolojîk ava kir û di wir de dijî. Karadenîz di baxçeyê xwe yê piçûk de becanên sor, zebze û fêkiyan diçîne, ji derveyê av û nan tu tiştî ji marketê nagire. Karadenîz berhemên din jî bi rêya pevguhertinê ji cîranên xwe digire, enerjiya xwe jî ji xwezayê pêşwazî dike. Karadenîz li ser mala xwe panelek daniye û pêwîstiya xwe ya ceryanê ji wir pêşwazî dike û rojê bi 2 saetan re sînor dike. Dema pêwîstiya wê bi enerjiyeke zêde jî hebe, labmeyên berê dixebitîne.   'BERHEMÊN HER KESÎ BI NIRX E'   Karadenîz da zanîn ku ew ji Stenbolê dema hatiye Datçayê, heta ji destê wê tê ji bo kêm xerc bike hatiye û ev tişt got: "Pergala kapîtalîzmê her dem zêde xerckirinê dispêre me. Pêwistiyên mirovan bê dawî ye. Em ji bo pêwistiyên xwe dixebitin û neçar dimînin itirazan bikin. Piştre em xwe winda dikin, bi awayekî merjînalî dijîn." Karadenîz got ku "Jiyaneke din pêkan e" û wiha pê de çû: "Ez her dem dixwazim ji bo jiyan û xwezayê demê veqetînim. Ez her dem xwedî li xwezaya xwe derketim. Ez dixwazim bi şeklekî din biafirînim û bi şeklekî din xerc bikim. Ez dimis, becanên sor, xwarin û çîçekan diafirînim."   'JIYANA KOLEKTÎF PÊKAN E'   Karadenîz anî ziman ku "Heke xweza hebe, jiyan heye, tenê em tune nekin, tenê bila çavê me birçî nebe, biafirînin û bi hev re parve biki" û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Jiyana kolektîf pêkan e. Dema ez li Stenbolê bûm, ez her dem difikirîm ku ez dikarim jiyana xwe bi pevguhestinê îdame bikim. Min dît li vir her tişt pêkan e."   'BÊ CERYAN JIYAN DIBE'    Karadenîz ji ber ku ceryana xwe jî bixwe diafirîne, gelekî kêfxweş e, têkiliya xwe ya bi ceryanê re jî wiha şîrove kir: "Li cihê ku sarinceke mezin bixebitînim, yeke piçûk dixebitînim. Di germahiyê de cilşoyê nadim xebatê. Bêyî ceryan jiyan dibe; lê beyî xweza û ax jiyan teqes nabe. Mirov her dem pirsa 'Tu çawa dijî?' li min dikin. Ez dijîm. Ez ji xwezaya xwe jî hez dikim." Karadenîz herî dawî hişyarî jî kir û da zanîn ku her roja ku xweza tê mêtingerkirin, mirovahî jî têk diçe.   MA /  Ruken Demîr - Ayşe Surme