Jin li Kolnê li dijî Erdogan meşiyan 2018-09-27 13:12:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li Kolnê li dijî Serokkomarê Tirkiye û Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan meşiyan û bertekên xwe anîn ziman.    Nûnerên 8 saziyên jinan şevê din li bajarê Kolnê yê Almanyayê kom bûn û li dijî Erdogan meşiyan. Jin piştî meşê mîtîng lidar xistin. Di mîtîngê de MLPD, ZORA, Komondo Clara, Kouccourage, Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê heye, Cîhana bê Jiyîn, Yekîtiya Jinên Sosyalîst û ADHK'ê jî cih gitin. Nûnerên saziyan li ber îstesyona navendî ya trênê kom bûn û axaftin kirin. Nûnera Kucourage, diyar kir ku Erdogan ji bo çareseriya krîza aborî tê Almanayayê, deweta alman jî alîkariya bi Erdogan re kêm nake û wiha got: ''Peywira me ew e ku em bi jinên kurd re bixebitin û rewşa Tirkiyê ji cîhanê re ragihînin. Ji bo azadiya jinê divê em bibin yek.''  Nûnerê Zora jî ani ziman ku li Tirkiyê, 'faşîzma Erdogan ken jî li jinan qedexe dike û wiha axivî: "Lê 8'ê Adarê bi hezaran jin li gel qedexeyê jî derketin kolanan. Çi qas zext û zordarî hebe jî jin têdikoşin û em jinên alman li pişt wan in.''   Nûnera Clara jî wiha got: ''Ên ku li Kurdistanê li dijî DAÎŞ'ê şer dikin li vir têne krîmînalîzekirin. Erdogan dijminê jina ye. Em li dijî wî ne. Em dîktatorê ku bi guleyên plastîk êrîşê dibe ser Dayikên Şemiyê, mêrên kujer diparêzerê li Almanyayê naxwazin.''   Nûnera MLPD'ê jî qedexeya li ser YPJ'ê rexne kir û got: ''Erdogan çi kesê ku dengê xwe derdixe, bi tirsê, bi êrîşê û girtinê dixwaze bêdeng bike.''