‘Divê jin xwe bi mêr ve girênedin' 2018-07-05 09:09:50   DÎLOK - Zohre Koseya 75 salî ku li Dîlokê dikana bi navê "Cihê Dayika Zohreyê" vekiriye û nanê sêlê, nanê malê û tiştên din difiroşe, diyar kir ku jin bi xebatê dikarin ji mêr xelas bibin û got: "Divê jin li malê rûnenên."    Li Taxa Duztepe ya navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê, Zohre Koseya 75 salî ku bi navê "Cihê Dayika Zohreyê" dikanek vekiriye, bêyî ku guh bide nexweşînên xwe dixebite. Her wiha Kose cînarên xwe Hatîce Ozturk û Ayşe Yilmazê jî anîne cem xwe û li dikane xwe nanê sêlê, nanê malê û tiştên din difiroşe.    Kose, diyar kir ku bijîşkan jê re gotiye li mala xwe rûnê, lê belê wê guh nedaye van gotinan û ji bo muhtacî kesî nebe dixebite. Kose, diyar kir ku dema jin bixebite civak bi çavekî nebaş lê dinere û got: "Ma dema jin bi xwêdana eniya xwe bixebite û pereyan bi dest bixe şerm e?"    'MUHTACÎ KESÎ NEBÛM'    Kose, da zaîn ku 4 meh in wê dikan vekiriye, lê belê dîsa jî rewşa karê wê baş e û hem ew hem jî xebatkarên wê heqê xwe digirin. Kose, anî ziman ku ew dixwaze jin bxiebitin û divê jin ji malê derkevin û got: "Li cem me tenê mêr dixebite û jin jî li malê ye. Dema jin bixebite gelê me vê yekê wekî tiştekî şerm dibîne. Ez xebitîm û min hemû zarokên xwe dan xwendin. Eger min guh bidana kesên digotin şerm e, min ê nikaribûna zarokên xwe bidana xwendin. Muhtacî kesî nebûm. Min nehişt zarokên min jî muhtacî kesî bibin."    'DIVÊ JIN LI MALÊ RÛNENÊN'    Kose, bilêv kir ku divê jin bixebitin da negirêdayî mêr bin û got: "Pîvaneke ku tenê dê mêr bixebite tune ye. Divê jin li malê nemîne. Divê jin bixebitin. DIvê êdî civak dev ji vê fikrê berde. Tiştekî wekî ku mêr azad û jing irtî ye tune ye. Ma jin ne mirov e? Jin jî û mêr jî xwedî heman mafan e."    Hatîce Ozturk ku li cem Koseyê dixebite, anî ziman ku piştî hevjînê wê miriye ew li kar geriyaye û got: "Fikreke ku jin bixebite şerm e, tune ye. Jin jî dikare bxiebite. Jin ne muhtacî tu kesî ne. Jin bi tena serê xwe dikare li ser piya bisekine. Tenê bila xwestek hebe."