'Bi trambusan jinan dixin nava fanosê' 2017-10-16 09:38:09 MELETÎ - Xwendekarên Jin ên Zanîngeha Înonu bertek nişanî "trambusên pembe" dan û diyar kirin ku xwendekaran ji civakê diqetînin û zorê li wan dikin ku di fanosê de bijîn. Jinan anîn ziman ku bi van pêkanînan azadiya jinê ji destê wê derdixin û daxwaza mêr li ser wan ferz dikin.  Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê ji bo xwendekarên jin ên Zanîngeha Înonu îsal projeya 2 "trambusên pembe" xistine meriyetiyê. Xwendekarên jin ên zanîngehê bertek nîşanî vê pêkanîne dan. Xwendekarên jin diyar kirin ku her çend bê îdîakirin ku ev yek li ser daxwaza xwendekarên jin ên Zanîngeha Înonu xistibin beriyetê jî ev yek ne rast e. Xwendekarên jin diyar kirin ku ev projeya hişmendiya mêr a ku tarza jiyana xwe li ser jinan ferz dike ye. Xwendekaran anîn ziman ku 2 trambus di nava hefteyê de di navbera saetên 07.00 - 17.00'an de xizmetê dide. Xwendekaran destnîşan kirin ku bi vê yekê dixwaze jinan bi şev di malê de hepis bike. Jinan anîn ziman ku bi van tranbusan armanc dikin ku jinan di malê de hepis bikin û destûr nedin ku azad bifikirin.   'EM DIXWAZIN BÊN RAKIRIN'   Xwendekara Pola 3'emîn a Mamosteya Pêşdibistanê Dilan Uzun (21), diyar kir ku bi vê projeyê dixwazin jiyana jinan bi sînor bikin û wiha got: "Ev encama hişmeniya ku jin û mêr ji hev qut dike ye. Em li dijî vê yekê ne û em vê pêkanînê şermezar dikin. Dema em li maşîneya rengê cuda suyar tên bertekên "Tu çima li ya pembe suyar nebûye" derdikevin. Jinên meletiyê jî vê yekê rexne dikin. Em dixwazin demek beri demekê vê pêkanînê rakin."    ‘DIVÊ JIN LI TRAMBUSAN SUYAR NEYÊN'    Uzun, xwest jin li van trambusan siyar nebin û berteken xwe bînin ziman. Uzun, anî ziman ku dixwazin berî her tiştî bi van trambusên pembe jinan hepis bikin û wan ji civakê dûr bixin."    Xwendekara Beşa Hemşîretiyê ya pola 4'an Tugça Aktaş ji pêkanîna "Trambusa Pembe" rexne kir û wiha got: "Ger ku dixwazin îstîsmara li dijî jinê kêm bikin, divê berî her tiştî di milê hiqûqê de sûcê wan giran bikin. Divê îstîsmarkaran ceza bikin. Ev pêkanîn şaş e. Ji ber maşîna min a taybet tune ez neçarim bi maşîna komî biçim û bêm. Ez 4 salin xwendekarim heta niha pirsgirêk bi maşînên din çênebûne. Ev pêkanîn cudakariya di nava mêr û jinê de kûr dike. Dê di demên pêş de bêjin bila jin li dibistanên cuda nexwexaneyên cuda bixebitin. Em vê pêkanîne weki destpêka cudakirin û wêdekirina jinan dibînin."    TU ELEQEYA VÊ PÊKANÎNÊ Û ÎSLAMÊ BI HEV TUNE YE   Xwendekara Zangoya Îlahiyatê ya pola dawî Muvaffak Kazar (23) jî anî ziman ku tenê 3-4 jin li “Trambusên pembe" suyar tên û wiha got: "Dixwazin bi vê yekê mêr û jinan ji hev cuda bikin. Yên li van trambusan suyar nabin bi çavekî din li wan dinerin. Tu eleqeya van trambusan û islamê bi hev tune ye."